HDP’yiyên li Îzmîrê sewqî dadgehê kirin hatin berdan

HDP’yiyên li Îzmîrê sewqî dadgehê kirin hatin berdan

HDP’yiyên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin û sewqî dadgehê hatibûn kirin, hatin berdan.

HDP’yên tevlî xwepêşandanên şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê bibûn û di nav wan de Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê Cavît Ugur jî hebû sewqî dadgehê hatin kirin. Li dadgehê ku pirsa tevlîbûna daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyan hat pirsîn HDP’yiyan got ku rojeva wan Kobanê ye û xwe çalakiyên xwe bidomînin.  Her wiha peyamên twîtter ên Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê Ugur jî hat pirsîn.

Heyeta dadgehê biryara tehliyekirina HDP’yiyan da.