HDP: Soylû virker û komploger e
HDP’ê bertek nîşanî îdiayên Wezîrê Karê Hindur ê Tirk Suleyman Soylû yê li hemberî Parlementer Huseyîn Kaçmaz da û diyarkir ku Soylû virker û komploger e.
HDP’ê bertek nîşanî îdiayên Wezîrê Karê Hindur ê Tirk Suleyman Soylû yê li hemberî Parlementer Huseyîn Kaçmaz da û diyarkir ku Soylû virker û komploger e.
Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarê îdiayên Wezîrê Karê Hindur ê Tirk Suleyman Soylû yê li hemberî Wekîlê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz daxuyaniyek da, Kaçmaz diyarkir ku bi derew, bixtan û komployekî yê ji aliyê Soylû ve rû bi rû mane û got, “(…) Sedemê ku nekarî yek gotinê bike ewe ku di rastiyê de eşkere bû ku ji bo serê rewşên weke bê ka komplo çawa hatiye danîn, bi matiqê herî lê bide bila şopê wê bimîne tevgeriya ye û têkiliyên qirêj yên bi xwe ketî navê were girtin e.”
‘Jİ BO KU ME Bİ BİXTAN Û KOMPLOYEKÊ RE RÛ Bİ RÛ BİHÊLİN’
Kaçmaz bal kişande ser îdiayên derewîn yên Soylû yê dibêje ku kesê Tahîr Guven li Cizîrê kuştî li mala wî hatiye destgîrkirin û wiha axivî: “Berî her tiştî ez dixwazim diyar bikim ku kesê navborî duh ne danê sibehê, belku pêr êvarê li navenda bazara Silopiyayê nehatiye destgîrkirin. Di dozê de jî biryara sînordarkirinê hebû. Heta nîv saet berê ji bo girtî bi parêzerên xwe re hevdîtinê nekin biryara qedexekirinê hebû. Parêzer nû karîbû pê re hevdîtinê bike. Ew li mala min nehat girtin. Mîraç Dînç ê navborî ne welatiyeke ku neyê naskirin. Endama Meclisa Ciwanan a partiya me, hevalekî me yê ku bi mehane li Şirnexê bi hemû hevalên me re bi rengekî eşkere di hemû xebatên partiyê de dixebitî.
Di derbarê kesekî din ê ku hat destgîrkirin de jî îdiayeke giran heye. Lê Soylû ew eşkere nekir. E.K. yê ku ji ber wê êrîşê hat destgîrkirin û kesê ku beriya du rojan hatibû berdan û her wiha ji bo ku me bi bixtan û komployekê re rû bi rû bihêlin, ji bo ku di şexsê min de partî bixin hedefê, em bi cezayeke derhiqûqî re rû bi rû ne. Ger min kêmekî bizaniya ku Suleyman Soylu li gorî hiqûqê tevdigere, min ê duh li ser pêşnûmeya bêsûc û mafê ji bo nelewtînê biaxiviya, lê ji ber ku min dizanibû ku ew ne li gorî hiqûqê ye, bi ti awayî ez qet neketim vê mijarê. Ji ber ku derbarê hevalê me yê danê êvarê de hate destgîrkirin rasterast got 'ew qatil e' asta îfadeya ku xwe dixe şûna dadger û dozger nîşan dide.
Lê piştî îdiaya wî ya endamtiya 'YPS'ê’ ya derbarê hevalê me yê navborî, min got ku tenê sedemek yê bersiv nedayina gotinên min hebû. Wî dizanibû ku ew derew kiriye, buxtankar û komploger e. Ev ne buxtan û komploya yekem a Suleyman Soylu ye. Derbarê wekîlê me Murat de hat gotin ku 'terorîst' di maşîneya xwe de hatiye girtin û bi rojan rastî lîncê hatiye. Kesê ku hat destgîrkirin endamê Meclîsa Partiya me bû û niha li derve serbest e û xebatên partiyê birêve dibe. Dîsa buxtana Gare li wekîla me Dîlan Dîrayet Taşdemîr kiribû. Derket holê ku bi mantiqa ‘Heriyê biavêje bila şopa wê bimîne’ hatiye kirin. Derket holê ku ne derbarê wekîla me de raporek hatiye amadekirin û ne jî di protokola îfadeya îtîrafkar û buxtanker de jî wekî ku tê îdiakirin gotineke bi vî rengî heye.
'LI MALA MIN Û MALBATA MIN TU KES NEHATIYE DESTGÎRKIRIN'
Wî xwendekarên zanîngeha Bogazîçî jî wek “terorîst” pênase kir. Em bi yekê wisa re rû bi rû ne ku li hember kesên ne li gorî wî bin û yên ku wek wî bi xwe nafikire, buxtan û komployan dike. Ez tenê çawaniya wê komployê bibêjim. Danê êvarê rojek beriya butçeya Wezareta Karên Hundir komplo tê kirin. Endamê me yê Meclîsa Partiyê tê destgîrkirin. Nêzîkî navenda bazarê ye, lê Suleyman Soylû dibêje, ‘Me ew li mala parlamenterê HDP'ê girt’. Berî her tiştî divê her kes vê derewê bizane. Ji ber ku wan bi vî rengî senaryo, komplo û buxtan danîbûn, bi vî rengî vegot. Ji mala min û malbata min tu kes nehatiye destgîrkirin.
Di derbarê Suleyman Soylû de gelek caran hatiye rojevê. Yekane wêneyê ku wî derbarê min de nîşan da, wêneyek e ku me bi hevalê xwe yê endamê Meclîsa Ciwanan re di çalakiyê de dîlan girtî hatiye kişandin e. Merasîmeke ku min bi xwe li ser hesabê xwe yê dîjîtal parve kiribû û wî girtiye. Li wêneyê min binêre, kî li kêleka Suleyman Soylû heye, ev kes sextekarê Thodeksê ye ku li kêleka hev rûniştine. Dîsa Suleyman Soylû bi kesê ku êrîşî merasîma cenazeyê dayika Wekîla me Aysel Tûglûk kir û bû sedem ku ji goristanê bê derxistin re di heman çarçoveyê de ye. Dîsa wêneyê cîhadîstekî serjêker, çeteyekî bi Silêman Soylû re li rex hevin heye, ger li sûcdaran digerin... Li vir ez dipirsim kî bi sûcdaran re kî bi çeteyan û kî bi narkotîkan re tevdigere? Em careke din dibînin ku bi Mûstafa Yaman ê ku bi milyonan lîre ji qeyûmê Mêrdînê qezenc kir re derdikevin pêşberê me. Her wiha wêneyê wî bi kesekî bi navê 'Wezîrê Şekirê Toz' re heye.
Wêneyê êşkenceya ku bi hinceta ‘endamên rêxistinê ne’ ya li gundiyên ku li Wanê kivark berhev dikirin hatî kirin heye. Bi îfadeyeke ku piştgirî dide êşkenceyê û rewa dike, derew kir. Derket holê ku gundiyên sivîl in û Soylû derew kiriye. Wezîrê Karên Hundir aqil avêtiye. Ji ber têkiliyên qirêj ên ku di nava wan de bû, pêwîstî pê dît ku komployeke wiha pêk bîne. Bifikirin wezîrek ku gotina serokê rêxistina sûc a li welat ji ya wî derbasdartir e, ev jî nîşana wê ye ku ew ketiye çi rewşekê. Di dîrokê de Soylû wek derewker û komploger cihê xwe girt. Soylu bi gotina ‘Kurd ji we nefret dikin’ Kurd weke hedef nîşan dabû. Em jî dibêjin; fermo meydan, hilbijartinê bîne, em binêrin bê ka Kurd ji kê nefret dikin û Kurd dê hesabê ji kê bipirsin.”