HDP: Piştî Darbeya 4’ê Mijdarê bûye desthilatdariya binketî

HDP’ê diyar kir ku desthilat piştî Darbeya 4’ê Mijdarê bin ketiye û got, “Lê partiya me ji her demê zêdetir bi hêztir e.”

Di 4’ê mijdara sala 2016’an de di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de hevserokên giştî yên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û parlamenterên HDP’ê hatibûn girtin. Desteya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya salvegera 4’ê Mijdarê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal peyamek parve kir.

HDP’ê di peyama xwe de ragihand: “Li ser 4’ê Mijdarê re 6 sal derbas bûn. 6 sal berê hevserok, parlamenter û bi hezaran rêvebir û xebatkarên me hatin girtin. Êrîşeke mezin li partiya me kirin. Xwestin îradeya gelê me bişikînin, xebatên me asteng bikin. Lê nekarîn rê li ber meşa me bigirin.  Têkoşîna me wê bidome.”

Di beşek din a peyamê de HDP’ê diyar kir; “Mîna hemû darbeyan, darbeyên siyasî yên AKP’ê jî bi dawî bûne. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku bi darbe, zext û êrîşan hewl dide xwe li ser piyan bigire, piştgirî û rewatiya xwe ya civakî winda kiriye, her ku çûye bûye mekanîzmayeke sûcê. Li aliyê din partiya me bi berxwedana xwe ya bênavber a 6 salan a li hemberî darbeya leşkerî, ji her demê xurtir û bi biryartir rêya xwe didomîne. Di encama vê pêvajoyê de teqez wê partiya me, gelê me û civaka Tirkiyeyê bi ser bikeve; yên ku winda bikin wê derbekar, hevkar û piştgirên wan bin.”