Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî salvegera dagirkirina Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate kirin, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Efrîn ew herêm bû ku herî kêm ketibû bin bandora şerê navxweyî yê Sûriyeyê, lê belê ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve di encama polîtîkaya dijminatiya li Kurdan beriya sê rojan îro hate dagirkirin.
HDP'ê ragihand ku ji ber vê dagirkeriyê di serî de Kurd bi sed hezaran mirov neçar man xaka xwe biterikînin.
HDP'ê kiryarên asîmîlasyon û komkujiyê yên dewleta Tirk ên li Efrînê di nava sê salan de kiriye bi bîr xist û wiha dewam kir, "Tirkiyeyê piştî ku bajarên Kurdan ên li Sûriyeyê di serî de Efrîn dagir kir, qemqeyamên xwe tayînî bajaran kir, bi avakirina saziyên weke PTT, zanîngeh û saziyên ser bi dewletê ve hewl dide plana xwe ya desteserkirinê mayinde bike. Li şûna tabelayên Kurdî tabelayên Tirkî hatin daliqandin, sembol û şopa nirxên Kurdî hatin jêbirin, mufredata perwerdeyê û zimanê perwerdeyê kirin Tirkî. Ev yek jî zîhniyeta asîmîlasyonê bi rengekî şênber radixe pêş çavan.
Divê desthilatdariya AKP-MHP'ê tavilê dest ji polîtîkaya xwe ya belavker a ku li Sûriye û Rojhilata Navîn şer sor dike, berde. Dijminatiya li Kurdan fêda xwe li kesî nîne. Li şûna ku bi Kurdan re şer bike, ji bo erdnîgariyeke xwe dispêre wekhevî, edalet, azadî û aştiyê divê bi berpirsyarî tevbigere. Bi wesîleya salvegera 3'an em bang li raya giştî ya Tirkiyeyê, raya giştî ya demokratîk a navneteweyî dikin ku li dijî dagirkeriya li herêmê û li Efrînê, li dijî sûcên şer dengê xwe bilind bikin, helwestê nîşan bidin."