HDP: Erdogan xwest rastiyên Komkujiya Enqereyê  veşêre

HDP’ê bal kişande ser berpirsyariya AKP’ê ya di Komkujiya Enqerê de û got, ‘’Komkujiya Enqerê berdêla wê ya li gelên Tirkiyê ye ku li Sûriyê û Iraqê DAIŞ, El Nusra û guhartoyên El Qaîde hatine destekkirin.’’

Partiya Demokratîk a  Gelan (HDP) îro ji ber salvgera Komkujiya Enqerê ya 10’ê Cotmehê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Ev bû 2 sal. 10’ê Cotmeha 2015’an bi ser Tirk, Kurd, Elewî, Sinnî, jin, kedkar, ciwan, yixtiyaran de ku li ber Gara Trênê ya Enqerê civiyabûn, êrîşa herî xwînxwar a di dîroka Komarê de pêk hat. Bi xwekujên DAIŞ’ê ya barbar re 102 mirovên me hatin kuştin, 419 mirovên me birîndar bûn.’’

 ‘ERDOGAN XWEST KU RASTIYÊ VEŞÊRE’

Di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha hate gotin: ‘’Bi deh hezaran mirov ji bo ku welêt ji wê rewşa ku desthilatdariya AKP’ê ew gav bi gav ber bi şer, zextê û zordariyê dibe derxîne, bi daxwaza ku bi diyalog û muzakereyan aştiyeke dadmend û mayinde pêk were hatibûne Enqerê. Tehemmûlî vê civînê nekirin ku bi banga KESK, DÎSK, TMMOB û TTB’ê û bi tevlêbûna gelek sazî û dezgehan pêk hatibû. Êrîşeke bêyom hate plankirin û gav bi gav bi encam kirin.

Ji gava pêşî ya lêpirsînê ve Serokkomar Erdogan û desthilatdariya AKP’ê, li gel ku dizanîbûn ti heqîqeta wê nîn e jî xwe spartina gotina ‘êrîşa kokteyl’. Ji bo ku nebêjin komkujî ji hêla DAIŞ’ê ve hatiye kirin tişte ji destê wan hat, kirin. Lê nekarîn ku ser rastiyê veşêrin. Hem nasnameya êrîşkaran û hem jî bi dehan têkiliyên bi êrîşê re çespand ku Komkujiya Enqerê bi destê DAIŞ’ê hatiye kirin. Hişmendiya kokteyl asteng kir ku lêpirsîneke berfireh were kirin.

Heman hişmendî asteng dike ku ev plana bêyom derkeve holê û doz bi encam bibe. Li gel ku bi sedam nîşane  derketine   holê ku ev êrîş bi hevkariya hin kom û navendên di nav dewletên de û di serî de Emniyet, ji ber ku rayedarên hikûmetê tevdîrên hewce û têrkar ên ewlehiyê nestandine, pêk hatiye  jî, di qada hiqûqê de hê ti pêşketin çênebûne. Li şûna ku sûcdaran ceza bikin êrîş birin ser wan malbatên ku zarokên xwe di komkujiyê de ji dest dane.

 ‘ENCAMA POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê YE’

Divê neyê jibîrkirin, ev êrîş qonaxeke ji wê ye ku li Tirkiyê rageşî û siyaseta pevçûnê gav bi gav hatiye bilindkirin; qonaxeke ji wê ye ku piştî hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an, piştî ku AKP’ê desthilatdariya xwe ya piranî ji dest da, pêvajoya hilbijartina zûwext bi polîtîkayên tundî û şer re sazkar kiriye. Komkujiya Enqerê berdêla wê ya li gelên Tirkiyê ye ku li Sûriyê û Iraqê DAIŞ, El Nusra û guhartoyên El Qaîde hatine destekkirin. Encama wan polîtîkayên hundir û derve ya li ser şer û tundiyê ye.’’

HDP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de got serkeftin berpirsyariya li wan kesan e ku di Komkujiya Enqerê ya 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane û hate gotin ew êş û şîna malbatên wan û hezkiriyên wan par ve dikin.