HDP’ê serdana malbata Abdullah Ocalan kir
Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê çû serdana malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê çû serdana malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan a Cîhanê serdana malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li Taxa Amara ya navçeya Xelfetiyê dijîn kir. Şandeya bi serokatiya Alîkarê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê berpirsiyare Umît Dede ji aliyê birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ve hat pêşwazîkirin.
'TECRÎDA ÎMRALIYÊ ÇAVKANIYA BINPÊKIRINÊN MAFÊ YE'
Parlamentera HDP'ê Dede diyar kir ku di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li gelek bajaran çûn serdana gel û malbatên wan ên rastî bêhiqûqiyê tên û bi têkoşîna xwe bûne sembol. Dede anî ziman ku çavkaniya binpêkirina mafan a li Tirkiyeyê tecrîda li Îmraliyê ye û got, “Tecrîda ku li ser Birêz Abdullah Ocalan tê rêvebirin êdî li tevahiya civakê belav bûye. Îro hemû welat di bin tecrîdê de ye. Nîqaşkirina bêhiqûqîbûna wê jî wateyek xwe nîne. Ew nikarin ji mafên herî mirovî jî sûd werbigirin. Ji ber ku nikare van mafan bikar bîne, derbarê şert û mercên mayîna wî de agahî nehat girtin. Di warê hiqûqî de ev yek weke rakirina hiqûqê tê îfadekirin. Ji ber vê yekê me xwest em werin serdana we.”
'PÊWÎSTIYA ME BI ABDULLAH OCALAN HEYE'
Dede di dewamê de ragihand ku tiştên ku li Îmraliyê tên pêkanîn “Şeklê herî tarî ya hiqûqê ye” û wiha pêde çû: “Îmralî cihê ku bêhiqûqîtî tê kirin e. Demek dirêj e we û civakê agahî wernegirtiye. Ev yek ji aliyê hiqûqî û siyasî ve nayê qebûlkirin. Ev pergala Îmraliyê ya ku hatiye pêkanîn bi xwe sîstemeke siyasî ye ku ji Tirkiyeya siyasî wêdetir e. Mifteya tofana bêçareseriya ku welat tê de ye li Îmraliyê ye. 22 sal in tecrîd berdewam dike. Me dît dema ku tecrîd hinekî sivik bibe mirov çawa aştiyê dibîne. Rêxistinên hiqûqî ji bo şikandina tecrîdê têdikoşin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo gavekê biavêje dem da Tirkiyeyê. Weke parêzvanên mafên mirovan divê em li hemberî vê têbikoşin. Bi rastî hewcedariya me bi Birêz Ocalan heye.”
BERTEKA LI DIJÎ MUXALEFETÊ: BILA LI DIJÎ TECRÎDÊ DENGÊ XWE DERXÎNIN
Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan rexne li partiyên mûxalefetê yên ku li dijî tecrîdê dernakevin, girt û got, “Muxalefetê ti carî ev yek negotiye. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka Kurdan e, pirsgirêka hemû gelan e. Yên ku dibêjin em bi Kurdan re ne, bila rojekê sedema vê tecrîdê bi şaşî be jî bipirsin. Ew xelet dikin. Yên dengên Kurdan dixwazin çareserî li Îmraliyê ye. Em nizanin 4 kesên li Îmraliyê hatine girtin sax in yan na.”
Mehmet Ocalan, da zanîn ku divê ev mijar zêdetir were rojevê û wiha domand: “Em di Hefteya Mafên Mirovan de ne, em hêvîdar in ku kesên bêdeng dimînin di demek herî kurt de dengê xwe derxînin û mafên mirovan biparêzin. Ev mijar bi hev ve girêdayî ye. Yê ku wê pirsgirêkê çareser bike li Îmraliyê ye. Ev ne pirsgirêkeke takekesî ye, pirsgirêka her kesî ye. Hêviya me ji HDP'ê ew e ku vê mijarê zêdetir bike rojev. Bi dengekî qels ev pirsgirêk çareser nabe. Ger deriyê Îmraliyê bê vekirin wê di nava hefteyekê de pirsgirêka Kurd çareser bibe.”