HDP'ê bang li Bexda û Hewlêrê kir ku li dijî DAÎŞ'ê tedbîran bigire

HDP'ê li dijî hewldanên DAÎŞ'ê yên ji bo qirkirinê, bang li Hewlêr û Bexdayê kir ku tedbîrên têrker bigirin û bang li Koalîsyona Navneteweyî jî kir ku bi roleke bi bandor rabe.

Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy daxuyanî dan û gotin, "DAÎŞ'ê li Iraqê bi taybetî jî li herêmên Başûrê Kurdistanê yên ku statuya wan 'cihê nîqaşê ye' Mexmûr, Kerkûk û Şengalê êriş zêde kiriye. Ji ber van êrişan metirsiyeke mezin li ser sivîlên li herêmê heye. Em vê rewşê ji nêz ve dişopînin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî êrişên DAÎŞ'ê em li bendê ne ku hem hêzên hikumeta Iraqê hem jî hêzên pêşmergeyan ji bo parastina sivîlan tedbîrên têrker ên koordîneyî werbigirin. Mijareke gelekî krîtîk û sereke ye ku pêşî li hewldanên qirkirinê yên DAÎŞ'ê bê girtin ku mîna li Şengalê li Kurdên Êzidî kir, nikaribe hewldaneke bi heman rengî bike. Em bang li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê jî dikin ku li vê herêmê li dijî êrişên DAÎŞ'ê bi roleke bi bandor rabin."