HDP: Desthilatdariya AKP’ê sûcê mirovayetiyê kir, wê hesab were pirsîn
Koma Parlementoyê ya HDP’ê diyar kir ku 14’ê Kanûnê li hemberî tunekirina gel dîroka berxwedanê ye û bal kişand ser vî tiştî ku desthilatdariyê sûcê mirovayetiyê kiriye.
Koma Parlementoyê ya HDP’ê diyar kir ku 14’ê Kanûnê li hemberî tunekirina gel dîroka berxwedanê ye û bal kişand ser vî tiştî ku desthilatdariyê sûcê mirovayetiyê kiriye.
Koma Parlementoyê ya HDP’ê derbarê salvegera 6’emîn êrişên dagirker û ablûkayan li meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xist. Parlementeran wêneyên kesên di bodrûma Cizîrê de hatin şewitandin, Taybet Înan a ku li Silopiyê hefteyekê cenazeyê wê li erdê ma û wêneyên siyasetmedarên jin Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar hilgirtin.
Li ser navê koma parlementoyê parlementera Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît daxuyanî da. Koçyîgît diyar kir ku AKP’ê cihên ku di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de HDP’ê dengekî zêde stendiye kiriye hedef û got “Bi hincetên îlanên xwerêveberiyê di 16’ê Tebaxa 2015’an de li Gimgima Mûşê qedexeyên derketina derve hate ragihandin û ev tişt veguherî ablûkayên bajkar. Şirnex, Cizîr, Silopî, Hezex, Dêrik, Nisêbîn, Gever, Gimgim, Farqîn, Sûr û Kerboran xistina ablûkayê. Li Amedê 159, li Mêrdînê 48, li Colemêrgê 23, li Şirnexê 13, li Bedlîsê 14, li Mûşê 7, li Çewligê 7, li Dêrsimê 6, li Êlihê 6, li Xarpêtê 2 û li Sêrtê jî 4 caran derketina derve hate qedexekirin.
‘HATE XWESTIN HEMÛ KURD WERIN TASFIYEKIRIN’
Em gelekî baş dizanin ku destpêka qedexeyan di dîrokê de wekî 14’ê Kanûna 2015’an be, ya rastîn di civîna Desteya Ewlekariyê ya Navendî ya di 30’ê Cotmeha 2014’an de hatiye destpêkirin. Ev Plana Çokdanînê bû. Bi vê re hate xwestin gelê Kurd û siyaseta Kurdan were tasfiyekirin. 14’ê Kanûnê wekî rojeke ku li ser esasê tunekirina gelekî, berxwedaneke mezin hatiye kirin û êşên mezin hatine jiyîn.
Piştî 16’ê Tebaxa 2015’an bi qasî ku hate tespîtkirin li 11 bajar û 49 navçeyan bi giştî 289 caran qedexeya derketina derve hate ragihandin, herî kêm 300 kesên sivîl hatin kuştin. Bi tenê 177 kes di bodrûmên Cizîrê de hatin şewitandin. Birîna vê hovîtiya êşa bodrûman hê jî didome. Hestiyê hin kesên li Cizîrê hatin kuştin piştî mehan li kêleka Çemê Dîcleyê li ser sergoyan hate dîtin. Li Silopiyê polîsan li ber mala wê li Taybet Înan dan, cenazeyê wê 7 şev û 7 rojan li erdê ma.
LI HEMBERÎ KURDAN ŞER HATE ÎLANKIRIN
Desthilatdariya siyasî hemû hêzên xwe li Nisêbînê bi cih kir û şer li dijî gel îlan kir. Li Nisêbîn û Kerboranê li 22 taxan derketina derve hate qedexekirin. Di van qedexeyan 22 kesên sivîl hatin kuştin. Li Silopiyê jî herî kêm 29 kesên sivîl hatin kuştin. Di van êrişan de siyasetmedarên jin Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar, Selamet Yeşîlmen hatin kuştin. Di bodrûma Cizîrê de jî endamê me yê Meclîsa Partiyê Mehmet Yavûzer tevî Mehmet Tûnç û Asya Yuksel hatin kuştin.
Ji aliyekî ve gel hate qetilkirin û ji aliyê din ve jî gel neçar ma ku koç bike. Li ser navê veguherîna bajar li Sûrê ya ku di mîrateya çandî ya ÛNESCO’yê de ye, dîrok û bîr hate qirkirin. Li Sûrê di nav kamyonên hafriyatan de hestiyên mirovan hatin dîtin. Kesên di ablûkayan de jiyana xwe ji dest dan, bi rojan malbatan nekarî cenazeyê wan bibînin. Bi dehan cenaze li goristanên bêkesan hatin veşartin.
Derbarê qedexeyên derketina derve Komîsyona Venedîkê ya Konseya Ewropayê di 13’ê Hezîrana 2016’an de di rapora xwe de diyar kir ku di mafên mirovan hatine binpêkirin û tu zemîna qanûnî tuneye ku derketina derve were qedexekirin.
Bi bêdengiya saziyên welatên rojava re desthilatdariya siyasî bajarên Kurdan ji xwe re kiriye laboratûvar. Desthilatdariya AKP’ê bi tifaqa nijadperest û faşîst re Tirkiye xistiye nav ablûkayekê û rêveberiya dîktarotiyel ava dike.
Em careke din diyar dikin di dema ablûkayan de sûcên giran ên mirovayetiyê hatiye kirin û em bûne şahidên van sûcan. Wê rojekê teqez hesabê van sûcan were pirsîn. Di şexsê Taybet Înan, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar, Mehmet Tûnç, Asya Yuksel, Cemîle Çagirga û Rozerîn Çûkûr de, em hemû gelê xwe yê di ablûkayan de jiyana xwe ji dest dane, careke din bi bîr tînin. Wê teqez rojekê hesabê van tiştan were pirsîn. Em HDP û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, em ê di her zemînê de têkoşîna vî tiştî bikin.”