HDP: Cejnên ku em ê bi rastî pîroz bikin nêzîk e
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Cejna Remezanê pîroz kirin û gotin, "Her çiqas şert û merc giran bin jî, rojên ku em ê cejnên rastî pîroz bikin ne dûr in."
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Cejna Remezanê pîroz kirin û gotin, "Her çiqas şert û merc giran bin jî, rojên ku em ê cejnên rastî pîroz bikin ne dûr in."
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek nivîskî weşandin.
Di peyamê de ev tişt hat gotin: "Mixabin em Cejna Remezanê bi kûrbûna şer, êrîşên dijwar, bêhiqûqî, îstîsmara karkeran, talan, birçîbûn, xizanî û felaketên siyasî, aborî û civakî yên ku welat di nav wan de hatiye kaşkirin, pêşwazî dikin. Bi salan e ev xak hesreta cejnek rastîn dijîn û niha gelek malbat jî ji pîrozkirina cejnê bê par hatine hiştin. Li tevahî cîhan û li herêma me aramî di bin tehdîda êrîşan de ye. Ji ber vê yekê em cejnê bi awayek xemgîn derbas dikin.”
Her wiha di peyamê de wiha hat gotin:
"Endamên vî welatî û herêmê layîq in ku cejnên ku nirxên hevpar ên mirovahiyê ne, bi xweşî û bextewarî pîroz bikin. Hemû cejnên ku li ser bingeha dostanî û hevgirtinê, biratî û diyalogê hatî avakirin mafê me ye. Lê her çiqas şert û merc giran bin jî ne dûr in cejnên rasteqîn pîroz bikin. Em ê bi ser bikevin. Hêza me heye ku em jiyana bi tehma cejnê ji nû ve ava bikin. Cejna Remezanê wê bibe wesîleya aştî, aramî û edaletê li welatê me, li herêmê û li hemû cîhanê, ji bo mezinkirina feraseta têkoşîna hevpar a li dijî neheqiyan, ji bo zêdekirina hesta aştiyê, bi vê yekê û baweriya me û îradeya me heye ku em ê bi ser bikevin. Em bawer dikin ku em ê bi hev re tiştên ku heq dikin bi dest bixin, vê pergalê biguherînin, sibeyên wekhev û azad cejnên rasteqîn pîroz bikin. Bi van hestan em cejna Remezanê li hemû gelê xwe pîroz dikin."