HDP: Bihêlin ku bila Heskîf bijî
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Beyza Ustun got, "Nabe ku bi projeyên mirinê rê li ber operasyonên bêhişhiştina gelê Kurd û gelan bê vekirin."
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Beyza Ustun got, "Nabe ku bi projeyên mirinê rê li ber operasyonên bêhişhiştina gelê Kurd û gelan bê vekirin."
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Berdevka Komîsyona Ekolojiyê Beyza Ustun, li ser êrîşên rantxur û qirker ên AKP'ê yên li dijî Heskîfê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di Roja Heskîfê ya Cîhane de, ji bo barbariya li Heskîfê tê kirin ji cîhanê re ragihînin, ji bo li ber projeyên hilweşandinê rabin, pêkhateyên têkoşîna ekolojiyê li gelek bajarên welatên cuda yên cîhanê dengê xwe bilind kirin."
'NABE KU DESTÛR BÊ DAYIN'
Di dewama daxuyaniya xwe de Ustun got, "Bendava Ilisûyê, li dijî bîr û hişê çand û dîrokê Heskîfê, weke gefeke hilweşîner li pêşiya me ye. Di demekê de ku dilê Amedê Sûr hate hilweşandin, bi rêya biryarnameyên rewşa awarte qadên xwezayî pêşkêşî sermayedaran hatin kirin û daristanên Dersîmê hatin şewitandin, dîrokek ji 12 hezar salî tê tinekirin. Dixwazin bi projeyeke kujer, Heskîfê di nava avê de bifetisînin. Tehtên dîrokî tên parçekirin. Bi Bendava Ilisûyê re dixwazin, gund û gundik jî di navê de 199 cih û warên sivîlan, qadên jiyanê yên bi hezaran ruhberan di nava avê de bihêlin.
Halbûkî, Heskîfa 12 hezar salî, nabe ku bibe qurbanê sermayeyê, bendavan û HES'an. Destên xwe yên gemarî ji ser bîra me, ji ser çanda me ya hevpar, ji ser paşeroja Mezopotamyayê vekişînin. Nabe ku bi projeyên mirinê rê li ber operasyonên bêhişhiştina gelê Kurd û gelan bê vekirin. Silav li her kesên ku di Roja Heskîfê de li erdnîgariyên cuda ji bo Heskîfê mil dan hev.
Em careke din dibêjin, 'Bila Projeya Bendava Ilisûyê bê sekinandin', bila Heskîf bijî."