HDP bi Dîrektora Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê re rûnişt
Hevserokên Giştî yên HDP'ê bi Dîrektorên Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê re rûniştin.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê bi Dîrektorên Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê re rûniştin.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve Feleknas Uca bi Berpirsa Başûrê Rojhilatê Ewropa, Tirkiye, Konseya Ewropa ya Wezareta Karên Derve ya Elmanya ya û Dîrektora welatên AGIT’ê Sefîr Susanne Schutz û bi dîplomatên sefîran re rûniştin.
Di civînê de li ser pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê, geşedanên li Tirkiye û cîhanê, hilbijartinên pêşwext û dosyaya girtina HDP'ê danûstendin hate kirin.