HDP: Bêdengmayîna li hemberî êrîşên li ser Şengalê şirîkatiya sûc e
HDP'ê ragihand, "Konsepta qirkirina hevpar a li ser Şengalê ketiye meriyetê; bêdengmayîn şirîkatiya sûcê ye. Werin em dengê gelê Şengalê bilind bikin."
HDP'ê ragihand, "Konsepta qirkirina hevpar a li ser Şengalê ketiye meriyetê; bêdengmayîn şirîkatiya sûcê ye. Werin em dengê gelê Şengalê bilind bikin."
Cîgira Hevseroka Giştî ya ji Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Berpirsiyar Feleknas Ûca, têkildarî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Şengalê daxuyaniyeke nivîskî da.
Ûca di daxuyaniya dayî de wiha got: “Mixabin êrîşên li dijî Êzidiyên ku heta niha 73 ferman û qetlîam li wan hatiye kirin û herî dawî di sala 2014’an de li pêşberî hemû cîhanê rastî êrîşên qirkirinê yên barbarên DAÎŞ’ê hatin, bi awayekî sîstematîk dewam dikin. Di encama êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de bi sed hezaran Êzidî ji cih û warên xwe koçber bûn, bi hezaran jin hatin qetilkirin û bi hezaran jin û keç dîl hatin girtin. Heta îro jî çarenûsa 2700 jinên Êzidî ne diyar e."
‘DIXWAZIN QETLÎAMA NÎVCO MAYÎ TEMAM BIKIN’
Ûca her wiha bal kişande ser planên ku li ser Şengalê ya ku dixwaze birînên xwe bipêçe kir û got; “Hikûmeta AKP'ê ji bo komkujiyên ku DAÎŞ'ê nîvco hiştibû temam bike, bi dehan caran êrîşên hewayî li dijî wargeh, nexweşxane, meclîs û saziyên perwerdeyê yên Şengalê pêk anîn. Beriya niha bi demeke kurt şandeya me çûbû Şengalê û li wir wêraniyên ji ber êrîşên hewayî yên li Şengalê dît. Niha jî gelê Êzidî dibin hedef û bi êrîşên hêzên Iraqî re rû bi rû ne.”
Di beşek din a daxuyaniyê de Ûca îşaret bi peymana 9’ê Cotmehê ya ji aliyê dewleta Tirk, Iraq û PDK’ê ve li ser îradeya Şengalê xwestin ferz bikin kir û pêvajoya wê dawiyê wiha nirxand; “Bi dîwarê di navbera Rojava de hatiye lêkirin re, dixwazin Êzidiyên bi fermana 74’an re rû bi rû bikin. Ev hemû êrîşên organîze û sîstematîk ragihandina konsepta qirkirina gelê Êzidî ye û sûc e. Em bang li hêzên têkildar dikin ku dest ji sûcê xwe yê hevpar ên li dijî gelê Êzidî berdin. Aloziya ku tê xwestin li Şengalê çêbibe bi kêrî kesî nayê û hemû herêm zirarê dibîne. Ev êrîş siberoja gelan tarî dike û aştiya civakî asteng dike.”
‘BANG LI HER KESÊ DIKIN PIŞTEWANIYA ŞENGALÊ BIKIN’
Ûca di dawiyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û hêzên ku van êrişan temaşe dikin kir ku konsepta qirkirinê betal bikin û gavên ku aştiya civakî ava bike biavêjin û wiha banga xwe domand; “Guhdarîkirina gotinên gelên li Şengalê û naskirina vîna wan yekane çareserî ye. Çawa ku bêyî tevlîbûna gelê Şengalê û vîna wan çareserî pêk nayê, ferzkirin û hewldana ferzkirinê jî ne exlaqî û wijdanî ye. Em piştgiriyê didin îradeya gelê Şengalê ku piştî komkujiyê xwe rêxistin kir, xwe parast û hewl da jiyaneke nû ava bike û em bang li hemû aliyan dikin ku rêz li vê îradeyê bigirin. Em banga xwedîderketina li Şengalê dikin. Erka mirovahiyê ye ku Êzidiyên ku bi salan e di bin êrişên ferman, koçberkirin û komkujiyan de ne, biparêze. Em bang li raya giştî ya hestiyar dikin ku dengê xwe telî degê vî gelî yê ku tevî hemû êrîşên qetlîamê li ber xwe dide û baweriya xwe diparêze, bikin."