HDP: Êrişa li ser HDP'ê ferzkirina yekperestiyê ye

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku êrişa li ser HDK'ê ferzkirina yekperestiyê ye.

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê nerazîbûn nîşanî êrişên li ser navendên HDK û Goç-Derê da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, AKP a ku roj bi roj lawaz dibe, bêhtir êrişan dike û êrişa li ser her beşên civakê zêde dike. Di daxuyaniyê de hate gotin, "bi pêla êrişê re ku vê sibehê li hemberî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Goç-Derê hate kirin, endamên me yên Desteya Rêveberiya Navendî û rêveberên partiya me jî di nav de gelek siyasetmedar û aktîvîst hatin destgîrkirin. Desthilatdarî mîna ku her carê dike, ji bo vê êrişê jî rewa bike bi rêya çapemeniya tetîkkêş sînorên hiqûqî û exlaqî binpê dike û propagandayeke reşkirin û dezenformasyonê ya qirêj xistiye dewrê."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku her kesên daxwaza aştî, demokrasî, wekhevî, maf û azadiyê dikin li vî welatî ji aliyê desthilatdariyê ve weke 'terorîst' tê pênasekirin û hate gotin, "AKP li vî welatî dijminê her reng û piralîtiya demokratîk e. " HDP'ê destnîşan kir ku ev yek nîşaneyeke mejiyê tarî û tekperestiyê ye ku desthilatdarî li ser civakê ferz dike.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew êrişa vê sibehê ya desthilatdariyê ku êrişeke tirsonekî û li derveyî hiqûqê ye bi rengê herî tund şermezar dikin û hate gotin, "Em dixwazin hevalên me tavilê bêne berdan. Hûn çi dikin bikin, hûn çiqasî êriş dikin bikin hûn ê winda bikin. HDK û HDP bi pêkhateyên xwe wê paşeroja vî welatî bi mejiyekî demokratîk ji nû ve ava bike."