HDK û HDP li hemberî polîtîkayên şer bertek nîşan dan

HDK û HDP'ê bertek nîşanî polîtîkayên şer ên dewleta Tirk dan û gotin, “Em ê bi hev re pêşeroja demokratîk a gelan ava bikin, li dijî şerê desthilatdariyê ku dixwaze nirxên mirovahiyê binpê bike û teqez em ê bi ser bikevin.”

Meclisa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Îzmîrê û Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan bi dirûşmeya “Em li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin” daxuyanî dan.

Parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Mûrat Çepnî û Gulîstan Koçyîgît û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku pankarta li ser hatibû nivîsandin, “Em li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin” hate vekirin de dirûşmeyên “Ji şer re na, hema niha aştî” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berzkirin.

Hevberdevka HDK'ê Feyziye Unal daxuyanî xwend.

Unal diyar kir ku hêviya hevjiyana gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bi gefa polîtîkayên şer ên berfirehkirinê yên desthilatdariya AKP-MHP'ê re rû bi rû ye û ragihand ku polîtîkayên ku dagirkeriyê bingeh digirin, bi hedefgirtina destkeftiyên gelê Kurd armanc dikin ku aloziyên heyî yên li Rojhilata Navîn dînamît bikin.

'EM Ê JIYANA DEMOKRATÎK AVA BİKİN'

Unal destnîşan kir ku yên alîkariyê didin polîtîkayên şer ên hikûmetê, wê bi têkoşîna yekbûyî ya hêzên demokratîk ên şoreşger ên ku li van xakan bi gelê Kurd re têkoşîna wekheviya gelan bilind dikin, wê biçin sergoya dîrokê û got, “Em li dijî şerê desthilatdariya ku dixwaze nirxên mirovahiyê binpê bike, em ê bi hev re pêşeroja demokratîk a gelan ava bikin û teqez em ê bi ser bikevin.”

'JI BO ŞER SERMAYEGUZARÎ TÊ KIRIN'

Serpîl Kemalbay jî axivî û got, “Polîtîkayên şer 40 sal in hemû çavkaniyên Tirkiyê tine dike. Bi veguherandina wê ji bo barût, cebilxane û guleyan, li ser çiya, kevir û erdên cîranên me yên li kêleka me tên barandin. Di van 40 salên dawî de, di vî şerê mirin û wêrankirinê de, di şerê hêzên mîlîtarîst ên tekperest de, budçeyek zêdetirî 400 milyar dolaran wek cebilxane li ser serê cîranên me hatiye barandin.”

Kemalbay da zanîn ku gelan tu carî şer dernexistine, belku dewletan û dizên li ser serê wan derxistiye û got, “Van dizan li Tirkiyê şer çêkirine. Em bi şerê man û nemanê ya dizan re rû bi rû ne. Bloka faşîst a AKP MHP’ê ji bo ku li ser desthilatdariyê bimîne û temenê xwe yê ber bi tunebûnê ye dirêj bike, dîsa xwe siparte polîtîkayên şer.”

BANGA JI BO 1’Ê GULANÊ

Kemalbay piştre her kes vexwend 1'ê Gulanê ku wê sibê li Gundogdu bê pîrozkirin. Piştî daxuyaniyê girseya gel li Kolana Şehîdên Qibrisê belavok belav kirin.