HDK û Komeleya Şopandina Koçberiyê li ber serdegirtinê rabûn

HDK'ê û Komeleya Şopandina Koçberiyê qirkirina siyasî şermezar kirin û bang kirin ku di nava tifaqa demokrasiyê de li hev bicivin û bi hev re li ber êrişan rabin.

Di êrişa qirkirina siyasî de ya li hemberî HDK û Komeleya Şopandina Koçberiyê hate kirin, endamên Desteya Rêveberiya Navendî û Meclîsa Partiyê ya HDP'ê, hevserokên bajaran jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Li Navenda Giştî ya HDK'ê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin û qirkirina siyasî hate şermezarkirin. Nûnerên DBP, OHD, BEKSAV, Navenda Çandê ya Golge, NÇM, DAD, Alîkara Hevserokên HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu, Parlamenterê Wanê Sezaî Temellî, ji SMF'ê Mahîr Goruş, Hevserokê SYKP'ê Cavît Ûgûr, Hevserokê ESP'ê Şahîn Tumuklu, Alîkara Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk, Hevberdevkê Partiya Çep Kesk Îbrahîm Akin û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de êriş bi tundî hate şermezarkirin û ji bo têkoşîna hevpar bang hate kirin.

Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû daxuyanî da û bal kişand ser êrişên kêfî yên li dijî têkoşîna wan û got, "Em di nava şert û mercên giran de ne. Hêzên têkoşer û saziyên ku baweriya xwe bi yekîtiya gelan tînin bi serbilindî li ser piyan e. Em serî li ber zextan natewînin û em ê netewînin. HDK jî yek ji saziyên vê têkoşîna yekbûyî ye."

Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr jî anî ziman ku bi rêbaza dewleta mafyayê serê sibehê deriyên HDK'ê şikandin, avahî serûbin kirin, dest danîn ser kompûteran û got, "Li dewletên ku hiqûq lê nirxeke rêbazên bi vî rengî ti carî nabe. Lê belê ev der Tirkiye ye. Li vî welatî ne hiqûq serwer e, ne jî mafên destûra bingehînî derbas dibe. Hikumeta mafya ya AKP û MHP'ê li ser desthilatdariyê ye û gotina wan derbas dibe. HDK wê ti carî dest ji paradîgmaya demokratîk û azadîparêz bernede."

Esengul Demîr diyar kir ku ji bilî avahiya wan a navendî li Stenbol, Edîrne, Tekîrdag, Çewlik, Çanakkale û gelek bajarên din serdegirtin û destgîrkirin çêbûn û got, "Ji Komeleya Şopandina Koçberê ku pirsgirêkên koçber û penaberan dixe rojevê gelek kes hatin destgîrkirin. Yek ji sedemên serdegirtinê jî ragihandina Meşa Gemlîkê ye ku beriya 3 rojan me diyar kiribû ku ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê ya li ser Birêz Ocalan wê bê lidarxistin. Dixwazin ku zexta li ser muxalefeta civakî û raya giştî dewam bike. Em bi rengekî eşkere siyaset dimeşînin. Em li vir in û têkoşîna xwe mîna her carê dewam dikin."

Parlamenterê Wanê Sezaî Temellî jî got, "Eger em dixwazin ku azadiya siyasî û mafên demokratîk hebin, divê em li ber tecrîdê, li ber OHAL'ê, li ber qeyûm bi hev re rabin. Ya em ê îro bi ser bixînin ya jî em ê li dewamkirina vê sîstemê temaşe bikin. Em lê temaşe nakin. Em HDP, hêzên di bin sîwaan HDP'ê de li dijî faşîzmê têkoşîn û berxwedana xwe dewam dikin."

Sezaî Temellî destnîşan kir ku heta ev sîstem neyê guhertin wê aramî ji bo kesî nebe û ji bo mezinikrina têkoşîna lid ijî faşîzmê bang kir. Sezaî Temellî got, "Dem dema kombûna di nava tifaq û eniya demokrasiyê de ye. Bi vî rengî em dikarin pêşî li vê barbariyê bigirin."