HDK partiya xwe radigihîne

HDK partiya xwe radigihîne

HDK dê kongreya xwe ya 2’yemîn vê dawiyê vê hefteyê li Enqereyê pêk bîne. Di kongreyê de dê xebatên siyasî û rêxistinî bêne gotûbêjkirin û meclîs bê hilbijartin. Bi vî awayî dê bi awayeke fermî partî bê ragihandin.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dê 2’yemîn Kongreya ya Giştî 10-11’ê mijdarê li Enqereyê pêk bîne. Kongreya ku dê li Navenda Çandê ya Kocatepeyê pêk bê, dê xebatên siyasî û rêxistinî yên HDK’ê bên gotûbêjkirin. Her wiha dê meclîsa giştî jî bê avakirin. Di kongreyê de Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ya ku beriya niha ji bo vekirina wê serlêdan hatibû kirin, dê bi fermî bê ragihandin.

Di roja yekem a kongreyê de, dê du parlementer li ser navê HDK’ê axaftina vekirinê bikin. Hema piştî wê dê her yek ji hevserokên HDPê Fatma Gok û Yavuz Onen axaftinek bikin û der barê partiyê de agahiyan bidin.

Piştî axaftinên mêvanan, dê rapora xebatên siyasî bê pêşkêşkirin û bê gotûbêjkirin. Di vê çarçoveyê de dê pêşnûme bêne pêşkêşkirin û bên gotûbêjkirin.

Di roja duwemîn a kongreyê de dê rapora Komîsyona Rêxistinê ya HDK’ê bê xwendin û nirxandin. Piştî xwendina raporan û girtina pêşniyaran hilbijartina Meclîsa Giştî pêk bê. Ji bo meclîsê dê 121 endamên sereke û 30 jî yêdek bên hilbijartin.

Tê payin ku zêdetirê 800 delege beşdarî kongreyê bibin. Beriya kongreyê rêveberiyên herêm, bajar û navçeyan hatin avakirin.

PARTÎ DÊ BI FERMÎ BÊ RAGIHANDIN

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) meha cotmehê bi awayeke fermî serî li Wezareta Navxweyî da û dê avabûna xwe bi awayeke fermî di kongreya xwe de rabigihîne. Di yekemîn Lijneya Giştî ya Asayî de ev biryar hatibûn girtin:

"Beriya hilbijartinên herêmî, kongre ji holê nayê rakirin,berovajiyê wê, dê zêdetir bê xurtkirin û xebatên xwe bidomîne. Di çarçoveya kongreyê de dê partiyek bikare mudaxeleyê hilbijartina serokkomartiyê û hilbijartina giştî bibe dê bê sazkirin..."

Navên 74 damezrênerên partiyê wiha ne:

Ahmet Telli (Helbestvan), Alî Durmuş (Esnaf), Alî Ozkan (Serbest), Alp Altinors (Werger), Ayça Damgaci (Lîstikvana Sînemayê), Aysel Guzel (Malnişî), Ayşe Akinci (Malnişî), Ayşin Hangul Sanverdî (Muşawira Maliyê), Bircan Yorulmaz (Pispora Têkiliyên bi Gel re), Bîrsen Kaya (Serbest), Celal Ovat (Sendîkavan), Cem Kirazoglu (Dr. Akademîsyen), Cihan Buyukdag, Dicle Ozturk (lêkolîner), Ender Îmrek (Rojnamevan-Nivîskar), Ercan Kanar (Parêzer), Ertugrul Barka (Endezyarê Kîmyeyê), Eylem Pinar (Karker), Fatma Gok (Prof. Dr.), Ferdane Sibel Erduman, Ferhat Tunç (Muzîkjen), Gulfer Akkaya, Gunay Kubilay (Perwerdevan), Gursel Şenşafak (aborî), Hacı Orman (Rojnamevan), Hasan Kıyafet (Nivîskar), Hatice Altınışık (Pispora Têkiliyên bi Gel re), Huseyin Taka (Malnişî), Îlkin Erman Can (Endezyara Makîneyê), Îrfan Kaygısız (Pisporê Sendîkayê), Îsmail Bulca (Dr.), Îsmail Şiriner (Doç. Dr.), Îsmet Yalçinkaya (Perwerdevan), Kadir Akın (Nivîskar), Kamer Konca (Serbest), Karabet Paylan (Bazirgan), Katina Karanikola, Kemal Aytaç (Parêzer), Kuvvet Îhsan Lordoglu (Prof. Dr.), Mehdî Atilla (Serbest), Mehmet Akgul (Parêzer), Mehmet Cengiz Guleç (Prof. Dr.), Mehmet Rıza Turkay (Prof. Dr.), Mehmet Saltoglu (Serbest), Mehmet Samil Altan(aborî), Meral Uysal (Prof. Dr.), Metin Boran (Derhênerê Şanoyê), Mutlu Ozturk (Perwerdevan), Muslum Acar (Endezyarê Jeo.), Nazife Ortakçi (Karker), Nûrhayat Farimaz (Keya), Oguz Ugur Olça (Parêzer), Orçun Masatçi (Lîstikvanê Şanoyê), Omer Guven (Dr), Onder Çakar (Senarîst), Ozgur Muftuoglu (Alikar.. Doç. Dr.), Remzi Altunpolat, Sedat Yilmaz (Derhêner), Semra Uzunok (Perwerdevan), Serap Hasibe Akpinar, Sevgi Evren (Parêzer), Sezai Temelli (Alikar.. Doç Dr), Sultan Ozcan (Malnişî), Şukru Erbaş (Helbestvan), Tuma Çelik (Rojnamevan), Vedat Yıldırım (Muzîkjen), Yavuz Onen (Mîmar), Yılmaz Demiral (Lîstikvan), Yunus Remzi Zoraloglu (Doç Dr.), Yusuf Çetin (Derhêner, Lîstikvan), Yucel Demirer (Doç Dr.), Zafer Cindoruk (Nivîskar), Ziya Ulusoy (Rojnamevan) û Zuleyha Gulum (Parêzer).