Kongreya Gelan a Demokratîk (KCD) 3’yê mijdarê dê konferansa bi navê “Gel û Bawerî” li dar bixe.
HDK dê platformek ku hemû bawerî û gel bikarin nêrînên xwe bi azadî têde vebêjin, deynin. Konferansa “Gel û Baweriyan” dê 3’yê mijdarê, li navenda giştî Sendîkaya Petrol-Îşê ya li Stenbolê bi mijarên “edalet, wekhevî û azadiyê” bê lidarxistin.
Dê nunerên Kurdan, Êzidiyan, Elewiyan, Lazan, Afro-Tirkan, Musilmanên Dijî-Kapîtalîst, Ereban, Boşnakan, Çeçenan, Adigeyan, Osetan, Romanan, Ermeniyan, Gurciyan, Hemşiyan, Pomakan, Rûman, Suryaniyan beşdar bibin û pirsgirêk û daxwazên xwe vebêjin.
Bernameya konferansê wiha ye:
* Vekirin û nîşandana sînevîzyonê (10.00)
*Parlementerê BDP’ê yê Suryanî Erol Dora dê axaftina vekirinê bike (10.15)
* Doç Dr. Bulent Bilmez, dê biaxive. (10.30)
* Axaftinên Gel û Baweriyan (10.40-17.00)
*Muzîk. (17.00)
*Encamnameya Konferansê. (17.15)