Guven hevdîtinên xwe yên li (KRXHKE) bi dawî kir
Guven hevdîtinên xwe yên li (KRXHKE) bi dawî kir
Guven hevdîtinên xwe yên li (KRXHKE) bi dawî kir
Şaredara berê ya Wêranşar Leyla Guven hevdîtinên xwe yên li Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropa (KRXHKE) temam kirin. Guven têkildarî hevdîtinên xwe yên ku du rojan dewam kirin got, “Bi erênî derbas bûn.”
Heyeta a Kurd a Leyla Guven a di Komîteya Rêveberiyên Xwecihî ya KCD’ê de cih digire, ji nûnertiya Tevgera Jinan a Kurd a Navneteweyî Nursel Kiliç û endamê Meclîsa Gel a Strasbourg Latîfe Erîn pêk dihat delegasyonên welatên Fransa û Hollanda jî di nav de gelek hevdîtin pêk anîn.
Guven a der barê hevdîtinên xwe de ji ANF’ê re axivî got ku bandora Fîdan Dogan a di 9’ê Çileya 2013’an de bi du hevalên xwe re hat qetilkirin, û keda wê ya di van saziyan de ji bo azadiya gelê Kurd xerc kiriye hê zêdetir bi awayekî şênber dîtiye.
Guven got ku ji bo alîkariya ji kesên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ ji Şengal û Kobanê cihê xwe terikandine bang li herêm û şaredariyên 47 welatan kirine.
Guven da xuyakirin ku piraniya heyetên di wan re hevdîtin pêk anîne diyar kirine ku ji bo alîkarî bê kirin wê di asta hikûmetên neteweyî de û hem jî di asta xwecihî de înîsiyatîfên berbiçav wergirin.