Gunay: Li dijî tecrîdê tevlî Meşa Gemlîkê bibin

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bang li her kesî kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê tevlî Meşa Gemlîkê bibin.

Berdevka Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê lidar xist.

Gunay diyar kir ku wê bi HDK, KCD, TJA, DBP û MED TUHAD-FED'ê li dijî tecrîda li Îmraliyê dest bi meşa ber bi Gemlîkê ve bikin û bi bîr xist ku meş wê 12'ê Hezîranê pêk were.

Gunay destnîşan kir ku kengî li Îmraliyê rêyên hevdîtin û diyalogê hatin bikaranîn, hingî çanda demokrasiyê li Tirkiyeyê bilind bû û ragihand ji Îmraliyê ti carî pêşniyarek li dijî civakê û gelan nehatiye kirin.

Ebrû Gunay got, "Ji Îmraliyê ti carî tabloyek reşbîn têkildarî paşerojê nehate destnîşanikrin. Timî pêşniyarên ji bo demokrasiyê û çareseriyê hatin kirin. Tecrîda li ser Birêz Ocalan niha veguheriye qutkirina têkiliyê ya bi temamî. Polîtîkayên tecrîdê li her qadê hatine belavkirin û hema bêje temamiya civakê hatiye tecrîdkirin. Lewma em dibêjin, têkoşîna li dijî tecrîdê wezîfeyeke civakî ye, reçeteya rizgariyê ya demokratîk e."

Gunay got, "Kî dixwaze dawî li vê siyasetê û krîza rasteqîn a li welêt bîne, kî dixwaze lîstik û xefikên il ser şer û dagirkeriya li derveyî welat bibîne divê beriya her tiştî berê xwe bide vê û bibîne."

Gunay got, "Lewma rabûna li ber tecrîdê gaveke girîng e ji bo aştiyê. Li dijî tecrîda giran a li Îmraliyê, têkoşîna hiqûqî û siyasî hîmekî bingehîn ê têkoşîna demokrasiyê ye."

Ebrû Gunay axaftina xwe wiha dewam kir: "Rejîma înfazê ya muebbeta girankirî ku heta mirinê mirovan girtî dihêle, divê li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û pêşniyarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bê bidawîkirin. Divê Girtîgeha Îmraliyê bê girtin, sîstema tecrîdê ya Îmraliyê ji holê bê rakirin. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd divê bi rengê rabûna li ber cihêkariyê bê kirin. Ji ber vê yekê em dibêjin ku ji bo welatê me gelekî girîng e ku projeyeke aştiya civakî ya edaleta civakî û aramiya aborî bi cih were anîn. Ji bo em li ber bandora tecrîdê ya li welêt rabin di 12'ê Hezîranê de em ê bi dirûşma 'Li dijî siyaseta tecrîdê, ji bo parastina azadiyê berê xwe bide Gemlîkê' meşê lidar bixin. Em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku tevlî meşê bibin."