Gunay: Girtîgeh veguheriye cihê mirinê!
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay diyar kir ku girtîgeh veguheriye 'cihên mirinê' û destnîşan kir ku girtiyên nexweş divê tavilê bêne berdan.
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay diyar kir ku girtîgeh veguheriye 'cihên mirinê' û destnîşan kir ku girtiyên nexweş divê tavilê bêne berdan.
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist.
Ebrû Gunay bi bîr xist ku doh li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Şakranê girtiyê bi nexweşiya giran Abdulrezzak Sûyûr û li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind Hejmara 2 a Amedê girtiyê bi nexweşiya giran Halîl Guneş jiyana xwe ji dest dan û got, "Tedawî û mafê tenduristiyê yê herdu girtiyên nexweş hate astengkirin. Ji mirinê re hatin hiştin. Halîl Guneş 29 sal bû ku girtî bû, bi tena serê xwe ji mirinê re hate hiştin. Bi kansera hestî ketibû, di serî de Ûlûcanlar li gelek girtîgehan hate girtin, lê belê ya ku vê desthilatdariyê, ya ku Wezareta Edaletê lê ferz kir mirin, zilm û êşkence bû."
Gunay bi bîr xist ku Garîbe Gezer li Girtîgeha Kandirayê destavêtin û êşkence lê hate kirin û got, "Gezer hewl da bi nameyan dengê xwe bide bihîstin, lê belê Wezareta Edaletê xwe kerr, kor û lal kir. Mohra xwe danî binê vê kuştinê ku weke xwekuştinê nîşan da. Saziya Tipa Edlî dema ku mijar Kurd be raporên kuştinê amade dike. Veguheriye saziyeke welê ku dema mijar maf û çete bin yekser raporên ji bo berdanê amade dike. Ev yek nîşaneya wê yekê ye ku Kurd û muxalîf dema mijar be hiqûqa dijminatiyê tê meşandin. Ji bo me ev yek nayê qebûlkirin. Tavilê dest ji vê hiqûqa dijminatiyê berdin. Dixwazim careke din bang li Wezareta Edaletê bikim: Dest ji vê kiryarê û hiqûqa dijminatiyê berde ku girtîgeh kirine cihê mirinê. Di serî de Aysel Tûglûk girtiyên nexweş hebûyan berdin."