Gul daxwazên girtiyên Kurd ji nedîtî ve hat

Gul daxwazên girtiyên Kurd ji nedîtî ve hat

Greva birçîbûnê ya 10 hezar girityên siyasî yên Kurd ket roja 58’emîn. Serokkomarê Tirk Abdullah Gul daxwazên girtiyan ji nedîtî ve hat û banga “destjêberdanê” kir.

Serokomarê Tirk Abdullah Gul di serdana xwe ya li bajarê Çankiriyê bersiv da pirsên rojnamevanan û ji bo greva birçîbûnê ya 58 roj in berdewam dike got ‘rêbaza çewt a têkoşînê” û bang li girtiyan kir ku dawî li çalakiya xwe bînin.

Gul, der barê êrîşa hewayi ya artêşa Tirk a li ser Başûrê Kurdistnaê pêk hat jî û îdîa kir ku PKK ji valehiya serweriya welatên cîran sûd werdigire.

Roja sêşemê balefirên şer ên artêşa Tirk Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin û di encamê de 2 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn.