Greva birçîbûnê ya li Afyonê bi tevlîbûna girtiyên nû dewam dike
Li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê greva birçîbûnê mezin dibe. Girtiyan gotin, "Heta ku daxwazên me bi cih bêne anîn em ê çalakiyê bikin."
Li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê greva birçîbûnê mezin dibe. Girtiyan gotin, "Heta ku daxwazên me bi cih bêne anîn em ê çalakiyê bikin."
Li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1'ê ya Afyonê li dijî êşkenceyê ji 25'ê Gulanê ve greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dewam dike.
8 girtiyên ku ketin greva birçîbûnê, di 26'ê Gulanê de avêtibûn ser hucreya wan û bi êşkenceyê li hucreya yek kesî hatin bicihkirin. 8 girtî li hucreya yek kesî çalakiya xwe dewam dikin. 2 girtiyên din jî tevlî çalakiyê bûn. Girtî bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn û diyar kirin ku heta daxwazên wan bêne qebûlkirin wê çalakiya xwe dewam bikin.
Daxwazên girtiyan wiha ne:
"* Dawî li serjimartina li ser piyan bê anîn,
* Dawî li cezayên hucreyê yên kêfî bê anîn,
* Dawî li girtîhiştina kêfî ya girtiyên ku cezayê wan qediya ye, bê anîn,
* Girtiyên nexweş bi rêk û pêk li revîr û nexweşxaneyan bêne dermankirin."
Girtiyan diyar kirin ku ew li benda piştgiriya siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, çapemenî û raya giştî ne.