Greva birçîbûnê ya li Îslahiyeyê di roja 29'an de ye

Greva birçîbûnê ya li girtîgeha Îslahiyeyê ku li dijî êşkenceyê hate destpêkirin di roja 29'an de ye.

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Îslahiye ya Dîlokê girtî Îlhamî Îşçî, Ûgûr Urun, Zennar Demîr û Hîccet Ûmûî yê ji Rojhilatê Kurdsitanê, 29 roj in li dijî êşkenceyê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Reşît Dayan û Ûgûr Ûyar 24 roj in di çalakiyê de ne, greva Umît Ozen jî di roja 21'ê de ye.

Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Dîlokê Sînan Taştekîn diyar kir ku rêveberiya girtîgehê pêdiviyên wekî şekir, xwê û lîmonê nadin girtiyan û ji ber vê çalakî wekî ‘rojiya mirinê’ didome.

Şaxa OHD’ê ya Mêrsînê jî çûbûn serdana girtiyan û diyar kiribûn girtî heta ku daxwazên wan werin qebûlkirin wê li ser biryara xwe bin.