Piştî Parlementera Partiya Çepgir a Swêdê Aminah Kakabaveh, vê carê Parlementera Partiya Karkeran a Sosyal-Demokrat a Swêdê Roza Guçlu Hedîn bi pêşnûmeyekê greva birçîbûnê ya u 52 roj in di girtîgehên Tirk ên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê de berdewam dikin, anî rojevê û ji bo çareseriyê ji hukûmeta Swêdê xwest ku hewl bide.
Hedîn destnîşan kir ku di van demên dawiyê de zext û êrîş li ser Kurdan zêde bûne û tevî rêberên BDP’ê, parêzer, rojnamevan, sendîkavan, xwendekar û parêzvanên mafê mirovan zêdetirê 9 hezar kes hatine girtin û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi van girtinan Kurdan bê deng bike û daxwazên wan ji holê rabike.
Hedîn bi bîr xist ku nêzî 700 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne û rewşa gelek ji vana di metirsiyê de ye. Hedîn pirsa “Ji bo pêşîlêgirtina mirinan hûn difikirin çi bikin?” ji Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt pirsî.
Hedin destnîşan kir ku Tirkiye berendama Yekitiya Ewropayê, ji ber wê nayê qebûlkirin ku ew jî weke dîkdatorên li Tûnis, Misir û Lîbyayê tevbigere. Her wiha diyar kir ku bi girtina nunerên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin û jiholêrakirina azadiya çapemenî û ramanê nikare tu tiştek bi dest bixe.