Parlementera Partiya Karkeran a Sosyal-Demokrat a Swêdê (SAP) Marita Ulvskog bi pêşniyarpirseke nivîskî berxwedana greva birçîbûnê ya di girtîgehên Tirk ên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin û binpêkirin mafan ên dewleta Tirk bir rojeva Parlementoya Ewropayê.
Di pêşniyarpirsa de ku tê xwestin ku Nunera Bilind a Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yên Yekitiya Ewropayê û Alîkara Serokê Komîsyona Ewropayê Catherine Ashton bibersivîne, daxwaz tê kirin ku ji bo Tirkiye rêzê nîşanî mafên mirovan bide, divê zext li wê bê kirin.
Ulvskog di pêşnûmeyê de dê diyarkirin ku zêdetirê 700 girtî di greva birçîbûnê de ne û bi bîr dixe ku di xwepêşandanên ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê re pêk hatin de rêveberek ê BDP’ê ji aliyê polîsan ve hate birîndarkirin. Di pêşnûmeyê de tê destnîşankirin ku di van demên dawiyê de zextên li ser rêveberên BDP’ê, sendîkavan, rojnamevan û parêzvanên mafê mirovan her ku diçe zêdetir dibin.
Ulvskog ji berpirsa Têkiliyên Derve ya YE’yê Catherine Ashton pirsa “Gelo hûn dê ji bo rawestandina binpêkrinan mafan ên ku her ku diçe li Kurdistan û Tirkiyeyê zêde dibin çi bikin, ji bo bidawîbûna girtin û sucdarkirinên bê bingeh hûn dê çi bikin?” dipirse.