GOÇÎZDER’ê bertek nîşanî destgîrkirinan da
Di daxuyaniyên ku bertek nîşanî destgîrkirina endamên GOÇÎZDER'ê hatin dayîn de hat destnîşankirin ku polîtîkayên şer nîjadperestî zêde kiriye.
Di daxuyaniyên ku bertek nîşanî destgîrkirina endamên GOÇÎZDER'ê hatin dayîn de hat destnîşankirin ku polîtîkayên şer nîjadperestî zêde kiriye.
Di 3'ê Hezîranê de polisan li taxa Şîrînevler a navçeya Bahçelîevler a Stenbolê bi ser Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOZÎZDER) de girtibû û hevserokên komeleyê jî di nav de bi giştî 22 endam û rêveberên wê destgîr kiribûn. GOÇÎZDER'ê li avahiya xwe derbarê mijarê de civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta "Em polîtîkayên tepisandin û zextê qebûl nakin. Bila hevalên me yên destgîrkirî bên berdan" hat vekirin. Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat Hakîm Daş û Serokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi, Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbol Gulseren Yolerî û nûnerên Partiya Ji Nû ve Avakirina Sosyalîst (SYKP) tevlê civînê bûn.
Di daxuyaniyê de destpêkê li ser navê komeleyê Şîlan Bîngol axivî û qala xebat û armananca komeleyê kir û destnîşan kir ku tişta ku li dijî endamê wan hatiye sûcê nefretê ye û tu eleqeya xwe bi hiqûqê re tuneye û wiha got: "Di hêla emr û tenduristiyê de endamên me yên ku hatine destgîrkirin şertên wan ji bo destgîrkirinê ne guncav in. Dirêjkirina dema destgîrkirinê jî kêfî ye. Mafê tendursitî û mesûmetiyetê hatiye binpêkirin. Rexmî ku biryara nepeniyê heye jî çapameniya nêzî desthilatê komeleya me krîmînalîze dike û dixwaze operasyona ne hiqûqî rewa bike."
Bîngol, xwest ku endamên wan hatine destgîrkirin bên berdan.
Parêzerê komeleyê Ahmet Baran Çelîk jî di civînê de mafê axaftinê girtin û ev tişt got: "22 kesên ku di bin banê komeleyê de dixebitin hatine destgîrkirin û piştî destgîrkirina 4 rojan dema destgîrkirina wan derketiye 8 rojan. Rexmî ku biryara nepeniyê li ser dosyayan heye û hê îfadeyê hevalên me nehatiye girtin ji aliyê çapameniyê ve hedef tên nîşandan. Ev sûc e. Em ê giliya vê bikin. Agahiyên ku bi me re nayên parvekirin bi çapameniyê re tên parvekirin. Niha 8 muwekîlên me derman bi kar tînin. Di nav kesên destgîrkirî de hevalên me yên 80 salî jî hene."
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî axivî û destnîşan kir ku qada sivîl
tê terorîzekirin.
WAN
Li Wanê jî bi Komeleya Lêkolînên Koçê ya Serhedê (Serhat GOÇ-DER) re 15 rêxistinên sivîl ên li bajar û partiyên siyasî daxuyaniyeke nivîskî dan û destgîrkirina endamên GOÇÎZDER'ê şermezar kirin û xwestin ku endamên komeleyê yên hatine destgîrkirin bên berdan.