Girtiyên PKK û PAJK’î: Guneş û Şûyûr ji ber êşkenceyê hatin qetilkirin
Girtiyên PKK û PAJK’î diyar kirin ku Halîl Guneş û Abdulrezak Şûyûr ji ber encama êşkenceya giran hatine qetilkirin.
Girtiyên PKK û PAJK’î diyar kirin ku Halîl Guneş û Abdulrezak Şûyûr ji ber encama êşkenceya giran hatine qetilkirin.
Girtiyên PKK û PAJK’î derbarê girtiyê nexweş Halîl Guneş ê ku îro li Girtîgeha Nimreya 2’an a Ewlekariya Zêde ya Amedê û derbarê girtiyê nexweş Abdulrezak Şûyûr ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê jiyana xwe ji dest dane, daxuyanî weşand.
Denîz Kaya li ser navê girtiyan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Ji ber feraset û pêkanînên qirker , înkar û îmhayê ya desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê hevalên me yên girtiyên nexweş Halîl Guneş û Abdulrezak Şûyûr şehîd bûne. Berê jî hevala me Garîbe Gezer ji ber feraseta mêrserwer, di encama tacîz û tecawizê de hatibû qetilkirin.
Careke din derket holê ku saziya darazê ne serbixwe ye û biryara nepenîbûnê danîne ser dosyeya heval Garîbe. Ev tişt encama desteyên çavdêriyê ne, ya ku wekî metodeke êşkenceyê tê kirin. Polîtîkaya tecrîdê ya ’29 sal ne bes e, heta mirinê’ dibe sedema şehadetan. Di şehadeta hevalên me de yên ku jiyana xwe dane têkoşîna azadî, wekhevî, demokrasî û heqîqetê, feraseta AKP û MHP’ê di serî de Wezareta Edaletê berpirsyar e. Kesên berpirsên van şehadetan e, wê di warê hiqûqî de û gelê me bersivê bidin wan wê hesabê vî tiştî were pirsîn.
Divê desthilatdariya AKP û MHP’ê û Wezareta Edaleê girtiyên nexweş berde. Ji ber ku DMME, CPT, Dadgeha Makeqanûnê û saziyên navneteweyî di demê de tişta pêwist nekirine, ev şehadet pêk hatine û ev sazî berpirsên van şehadetan in. Em li bendê ne ku ev saziyên navneteweyî Îmrali di serî de li hemberî polîtîkaya tecrîd, zext û êşkenceyê têkevin nav hewldanan.
Careke din hatiye dîtin ku li hemberî faşîzm û qirkeriya ji her alî ve berxwedan, xwerêxistinkirin û çalakî dibin bingeha serkeftin, serfirazî û serketinê. Soza me ya ji bo hevalên me yên şehîd ev e ku wê li Kurdistana Azad jiyaneke bi rûmet û avakirina Neteweya Demokratîk be. Em diyar dikin divê hemû girtiyên nexweş werin berdan. Desthilatdariya AKP û MHP’ê berpirsê rewşên xerab ên li zindanan in.”