Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin: Rewşa Guler û Avci giran e
Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê hate gotin ku rewşa girtiyên nexweş Siddik Guler û Kazim Avci giran e û hat diyarkirin, “Divê demildest serbest bên berdan.”
Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê hate gotin ku rewşa girtiyên nexweş Siddik Guler û Kazim Avci giran e û hat diyarkirin, “Divê demildest serbest bên berdan.”
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê wek her hefte ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 527’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist û pankarta “Bila girtiyê nexweş Siddik Guler bê berdan” hat vekirin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Siddik Guler ê li Girtîgeha Menemena Îzmîrê ya Tîpa R’yê tê ragirtin.
Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyanî xwend û diyar kir ku li gorî rapora aktûel a navenda komeleya wan eşkere kir 651 jê girtiyên nexweş ê rewşa wan giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene û girtîgeh bûne navendên binpêkirina mafan û neheqiyê. Yolerî da zanîn ku girtî bi piştevaniya malbatên xwe dijîn û mafê tenduristiya girtiyan tê binpêkirin û divê pirsgirêka tenduristiyê û tevahiya pirsgirêkên girtiyan tavilê were çareserkirin.
Yolerî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Siddik Guler ku di sala 1994’an de hatiye girtin û niha ew 82 salî ye û bi gelek nexweşiyan re rûbirû maye û ew li ser sendelyeyê bi tekerîk dijî. Yolerî got ji ber ku Guler nikare li xwe binêre bi alîkariya hevalên xwe dijî. Yolerî anî ziman ku kurê Guler di 6’ê nîsanê de hevdîtina vekirî pê re pêk aniye û kurê wî diyar kir ku êdî bavê wî ketiye rewşa ku nikare biaxive û nexweşiyên wî lê giran bûne û her wiha ketiye wê astê ku êdî kesan jî nas nake. Yolerî xwest rayedar di mijara girtiyên nexweş de bi hestiyar tevbigerin û berpirsiyariya xwe bicih bînin û Siddik Guler û hemû girtiyên nexweş tavilê bên berdan.
ENQERE
Însiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, çalakiya xwe ya 399’emîn ku her hefte balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, li pêş Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê li dar xist. Di daxuyaniyê de “Tedawî maf e nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût a di çalakiyê de axivî, rewşa girtiyê nexweş Kazim Avci vegot.
Tûrgût, diyar kir ku girtiyê nexweşê giran ê Kazim Avci yê 68 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Sîncanê tê ragirtin, ji sedî 68 astengdar e û ji ber lingê wî yê çepê ji kemaxê û pê de birî ye 54 sal in protezê bikartîne. Tûrgût, bi lêv kir ku dema tena serê xwe di hucreyê de tê ragirtin ji ber derfetên wî nînin ku li xwe binêre, rapor girtiye û da zanîn ku ji ber protezê dema sewqî nexweşxaneyan tê kirin zehmetiyê dikişîne.
Tûrgût, diyar kir ku ji ber nexweşiya dil Avci di girtîgehê de qeyrana dil derbaskiriye, anjiyo bûye û wiha got: “Hatiye tespîtkirin ku demareke wî bi temamî girtî ye, ji ber wê stent bi demarê ve kirine. Ji ber dilê wî bi kapasîteya ji sedî 40 dixebite, dema kete bin ji sedî 40 wê pîlê dil bêxin dilê wî.”
Tûrgût, da zanîn ku ji ber nebza girtî her tim di asta 80-90’an de ye ji tirsa ku her tim qeyrana dil derbas bike psîkolojiya wî xerabûye û ev agahî parve kirin: “Her roj sibê û êvarî 12 dermanên dil bikartîne her wiha rojê 2 caran ji bo prostat û 2 caran jî ji bo nexweşiya şekir carekê jî ji ber têrnebûna mitral dermanan bikartîne.”
Tûrgût, herî dawî wiha got: “Divê Avci yê ku nexweşiyên wî yên giran hene û nikare jiyana xwe tena serê xwe bidomîne û divê rapora heyetê ji bo wî bê wergirtin û ji bo di şertên tendurist de were dermankirin û bijî, divê înfaza wî were taloqkirin.”