Girtiyên edlî jî piştgiriyê didin greva birçîbûnê

Girtiyên edlî jî piştgiriyê didin greva birçîbûnê

4 girtiyên kurd ên ji dozên edlî hatine girtin jî bi boneya piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’î dest bi greva birçîbûnê kirin.

Di 56’emîn roja greva birçîbûnê de her ku diçe çalakger ber bi mirinê ve diçin û hikûmet ji bo pêkanîna daxwazên girtiyên siyasî tu gava navêşe. Li gel vê rewşê piştgiriyên raya giştî û yên derdorên cuda jî zêde dibin. Piştî ku nêzî 10 hezar girtiyên PKK’î yên di girtîgehên Tirkiyeyê de tên girtin dest bi greva birçîbûnê kirin, piştgiriyek jî ji girtiyên edlî yên kurd hat.

4 girtiyên kurd yên ku ji dozên edlî hatine girtin û li girtîgeha Tîpa M ya Baybûrtê tên girtin bi rêya malbata xwe daxuyandin ku wan jî bi boneya biştgiriyê bidin girtiyên siyasî ev hefteyeke dest bi greva birçîbûnê kirine. Girtiyên edlî ên kurd her wiha banga piştgiriyê jî kirin û xwestin xwedî li xwestekên girtiyên siyasî yên bê derketin. Girtiyan diyar kir ku heta daxwazên girtiyên siyasî neyên qebûlkirin ew jî dev ji çalakiya xwe bernadin.