Piştî greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger ji 15’ê cotmehê ve di Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa D ya Denîzliyê de dest pê kir, girtiyê bi nexweşiya penceşêrê ketiye jî ji 1’ê mijdarê ve dest bi grevê kir.
Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a ji aliyê girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin ket roja 55’emîn. Ji îro û pêve dê zêdetirê 10 hezar girtî dest bi greva birçîbûnê bikin. Di girtîgeha Tîpa D ya Denîzliyê de jî komek girtiyên Kurd di greva birçîbûnê de ne. Ji vana rewşa tenduristiya Fahretttîn Kocakaya, Zekî Demîrhan û Hasan Keleş ên ku ji 15’ê cotmehê ve di greva birçîbûnê de ne baş e.
Girtiyê bi nexweşxa penceşêrê ketiye Hayatî Kaytan ku di heman girtîgehê de tê ragirtin, ji 1’ê mijdarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger de ye.
Kaytan roja înê bi malbata xwe hevdîtin pêk naî û got; “Heta daxwazên me neyên qebûlkirin, em dest ji çalakiya xwe bernadin.” Haytan bi bîr xist ku daxwazên girtiyan ne daxwazên wisa nin ku nikarin bê qebûlkirin û da zanîn ku ew dê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.
Hevalên Kaytan ên di girtîgehê dan diyarkirin ku Kaytan gelek kîlo winda kiriye û pirsgirêkên wî yên tenduristiyê pir cidî ne.
Yek ji kesên ku bi Kaytan re hevdîtin pêk anî got: “Ji ber ku hevalên wî nexwarin, wî jî nexwariye. Ji ber ku nexweşiya wî giran tevlî greva birçîbûnê nekirine û lê gava hevalên wî nexwarin, wî jî xwarin nexwariye. Piştre jî bi armanca piştgiriyê dest bi greva birçîbûnê kiriye."
Girtiyê ji doza PKK’ê Hasan Kelek ê di Girtîgeha Tîpa D ya Denîzliyê de duh ji DÎHA’yê re nameyek şand û gotibû: “Pêwîstiya berxwedana zîndanê bi çi hebe, em jî li gorî wê tevdigerin. Heta daxwazên me neyên qebûlkirin, em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Ev daxwazên me di heman demê de daxwazên gelê Kurd in.”
Keleş diyar kir ku wan wan çalakiya xwe ya bêdem û bêdorveger bi ruh û biryara 14'ê Tîrmehê dest pê kiriye û heta bigihin armanc û encamê dê çalakiya xwe berdewam bikin. Keleş, ragihand ku ew li gorî kevneşopî û ruhê doza xwe tevdigerin û heta daxwazên wan bên bersivandin dê têbikoşin û wiha got: "Daxwazên me daxazên gelê kurd e. Wezîrê Dadê bi vê yekê ji mere dibêjin teslîm bibe. Ev neheqî nayê qebûlkirin. " Keleş, da zanîn ku bi hewldana civaknas û derûnînasan dixwazin hevalên me ji dozê vegeririn û şerê derûnî didin meşandin. Keleş, da zanîn ku hevalê wan ê bi nexweşiya giran Hayati Kaytan jî ji 1'ê Mijdare û şûnde dest bi çalakiya greva birçibûnê kiriye.
NEXWEŞÊ PENCEŞÊRA MEJÎ
Mehkûmê bi cezayê giran ê muebetê hatiye mehkûmkirin Hayatî Kaytan yek ji girtiyên di girtîgehan bi nexweşiya penceşêrê ketiye. Sala par di serê Kaytan de tumor hatibû dîtin û piştre hatibû emeliyatkirin. Ev nêzî sê salan e ku Kaytan di bin çavdêriyê de tê ragirtin.