Girtiyê nexweş ê hatibû berdan jî jiyana xwe ji dest da
Girtiyê nexweş ê giran Salîh Togrûl ku înfaza wî hatibû rawestandin û li derve dihat dermankirin li Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê nexweş ê giran Salîh Togrûl ku înfaza wî hatibû rawestandin û li derve dihat dermankirin li Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê nexweş ê giran Salîh Togrûl (65) ku di sala 2014’an de înfaza wî hatibû rawestandin û li derve dihat dermankirin li Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê jiyana xwe ji dest da. Hat hîn bûn ku Togrûl ê li ser rewşa wî giran bû beriya 6 rojan rakirine nexweşxaneyê, duh jiyana xwe ji dest daye. Hat diyarkirin ku cenazeyê Togrûl wê li Sêrtê were veşartin.
Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med’ê (MED TUHAD-FED) têkildarî mirina Togrûl de li ser hesabê xwe yê twîtterê ev peyam parve kir: “Togrûl ê 16 salan di girtîgehê de mabû ji ber nexweşiyên xwe yên giran di sala 2014’an de înfaza wî hatibû rawestandin û hatibû berdan. Togrûl di sala 2007’an de du caran qeyrana dil derbas kiribû û di sala 2012’an de jî ketibû û hem refleksên xwe hem jî hişê xwe winda kiribû. Berî ku bibe dereng divê infaza girtiyên nexweş bê rawestandin û demildest bên berdan. Tu wateya înfaza ku dereng tê rawestandin nîne! Bila serê malbata Salîh Togrûl û hezkiriyên wî sax be.”