Girtiyê nexweş ê 79 salî 6 meh in di girtîgehê de ye

Hadî Ozer (79) ê ku gelek nexweşiyên wî hene di 9’ê Gulanê de li Wanê hatibû girtin. Kurê wî Medenî Ozer diyar kir ligel ku gelek nexweşiyên giran ên bavê wî hene, bavê wî 6 meh in di girtîgehê de ye.

Li navçeya Edremîta Wanê, di 24'ê Tîrmeha 2018'an de di serdegirtina malan de Makbule Ozer a 80 salî û hevjîna wê Hadî Ozer a 79 salî tevî zarokên xwe hatibûn destgîrkirin. Di encama lêpirsîna li ser malbatê de doz hate vekirin. 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê li wan hatibû birîn û dadgeha bilind ev ceza erê kir. Piştre Hadî û Makbûle Ozer di 9’ê Gulanê de hatin girtin. Makbûle Ozer a ku rewşa wê ya tenduristiyê nebaş bû, di 7'ê Îlonê de hate berdan û înfaza wê salek hat taloqkirin. Hadî Ozer ê ku nexweşiyên wî yên giran hene, 6 meh in di girtîgehê de ye.

Hadî Ozer ku gelek nexweşiyên wî yên kronîk hene; tevî ku bêhna wî teng dibe, romatîzm, hestî û pişta wî diêşe, bedena wî diwerime jî nayê berdan.

Medenî Ozer ê ku kurê Hadî Ozer e diyar kir ku bavê wî nêzî 6 meh in di girtîgehê de belasebeb di girtîgehê de ye û anî ziman ku polîtîkaya înkar û îmhayê ji aliyê hemû Kurdên xwedî wijdan ve tê zanîn û wiha got: “Ev pirsgirêk êdî ji bo Tirkiyeyê bûye girêka xirboqî. Kî zêdetir înkar bike, zilm û zordestiyê li gelê Kurd bike, li welat dibe ‘leheng’ û ev tişt bûye kevneşopî. Ev ne meseleya kesekî tenê ye, bi sedan mirovên bêguneh û masûm bi awayekî derqanûnî di zindanan de tên girtin. Di van girtîgehan de kal, nexweş, ciwan, jin û zarok hene.”

 Ozer, anî ziman ku hefteya borî dema çûbû cem bavê xwe, dîtiya ku tenduristiya wî nebaş bû û wiha got: “Tevî êşa ku dikişand ji bo ku em aciz nebin hewl dida ku rewşa xwe baş nîşan bide. Dema me li çavê bavê xwe nihêrt, me dît ku gelekî diêşe, êşeke pir giran hebû. Çavên wî xemgîn bûn, destên wî dest bi lerizînê kirin. Ji ber hewaya sar ji me re got ‘Hestiyên min qet germ nabin, ez dicemidim. 24 saetan ez ji nav nivînan dernakevim.’. Ji bo ku em xemgîn nebin ji me re behsa êşên ku kişandiye nekir û got ‘Ez naxwazim zêde bibêjim, ez naxwazim we aciz bikim.’ Malbata me gelekî xemgîn e. Lê ev têkoşîn e; Divê em li dijî sîstemeke zalim, neqanûnî li ber xwe bidin. Cihê ku edalet tune be, li wir tenê çewisandin heye.Em ji bo hemû girtiyan, edaleteke zûtir dixwazin.. Dijminatiya li ser gelê Kurd her roj zêdetir zirarê dide Tirkiyeyê. Pirsgirêka Kurd êdî ne tenê ye, bi pirsgirêka Kurd re bûye pirsgirêka gelên Tirkiyeyê. Em dixwazin edalet zûtir were.”