Girtiyê nexweş Başaran sirgûnî Antalyayê hat kirin
Girtiyê nexweş Îdrîs Başaran ê li Girtîgeha Tîpa H a Bursayê dihat girtin, bi zorê sirgûnî Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hat kirin.
Girtiyê nexweş Îdrîs Başaran ê li Girtîgeha Tîpa H a Bursayê dihat girtin, bi zorê sirgûnî Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hat kirin.
Girtiyê nexweş ê bi navê Idrîs Başaran ku li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê dihat girtin, di 24’ê Gulanê de bi zorê sirgûnî Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê. Hat zanîn ku di dema sirgûnê de bi darê zorê de alavên Başaran li qawîşê man û hêj ev alavên wî radestî wî nehatine kirin.
Başaran, li Edeneyê hatibû destgîrkirin û girtin û ji sala 1994’an heta niha jî di girtîgehê de ye. Ji roja girtina xwe heta niha Başaran li girtîgehên Konya, Kurkçuler, Ceyhan, Sêrt, Mûş, Sîlîfke, Çankiri, Kandira û Bandirmayê ma ye. Ev 6 sal bûn jî li Girtîgeha Bursayê dihat girtin. Heta niha 3 caran jî krîza dil derbas kiriye.
Nexweşiyên weke bronşîta kronîk, bêhntengî, epîlepsî, berpêyên panîkî, gastrît, fetqa stû û piştê, nexweşiya rîtma dil, nexweşiya FMF’ê û nexweşiya sistbûna derîçeya dil bi Başaran re hene. Her wiha mîdeyê Başaran xwîn jê hat û emeliyatên rovîk û guatrê bû. Di sala 2006’an de jî qismekî laşê wî felcê lê da û dest û lingan dikeve.