Girtiyê edlî yê bi navê Denîz Çelîk bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ve hatiye destpêkirin û di roja 49’mîn de ye, ragihand ku dest bi çalakiya birçîbûnê kiriye.
Çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ji 12’ê Îlonê ve ji bo bicih anîna mercên tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rakirina astengiyê pêşiya zimanê zikmakî li girtîgehên Tirk dane destpêkirin di roja 49’mîn de didome. Li aliyê din jî her roja ku diçe piştgiriya ji bo çalakiya birçîbûnê zêde û belav dibe. Girtiyê edlî yê bi navê Denîz Çelîk yê li Girtîgeha Tîpa F hêjmar 2 ya Sîncanê ku 5 sale girtiye bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê dane destpêkirin, bi rêya malbata xwe ragihand ku dest bi çalakiya birçîbûnê kiriye.