Girtiyê li Girtîgeha Şakranê Mûsa Yildiz ku mehek berê bedena xwe dabû ber agir, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Rayedarên Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Bozyaka diyar kirin ku, girtiyê Girtîgeha Şakranê ya navçeya Alîaga ya Îzmirê Mûsa Yildiz ku mehek berê bedena xwe dabû ber agir, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Yildiz ku nêzî mehekê ye li nexweşxaeyê dihat dermankirin di 24-25'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Yildiz nehat zanîn ku çima bedena xwe daye ber agir.