Girtin ser mala Vûral ê di girtîgehê de û êşkence li malbata wî kirin

Li Dortyolê ya Hatayê polîsan girtin ser mala Hasan Vûral ê ku qaşo ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tarsûsê de reviyaye. Polîsan êşkence li malbatê kir.

Hasan Vûral ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tarsûsê ku bi hincetên siyasî tê girtin, polîsan bi îdiaya "wê xwe biteqîne", avêtin ser mala wan a li taxa Numunuevleri ya navçeya Dortyol a Hatayê. Hate hînbûn ku di serdegirtina malan de çek li serê kesên li malê ne hatiye rakirin û heqaret li maliyan hatiye kirin.

Hat destnîşankirin ku S.V ê li dijî çewisandina polîsan rastî îşkenceyê hat û M.V’yê ku tansiyon û nexweşiya dil pê re hebû nexweş ket. Her wiha hat zanîn ku lêgerîna li malê ji saet 00.00 heya 03.00’an dewam kir.

‘WEKÎ KU WÊ PEVÇÛN ÇÊBE HATIN’

Kurê Hasan Vural M.N.V., diyar kir ku gelek wesayîtên zirxî û polîsên tevgera taybet dora mala bavê wî girtine û avêtine ser mala bavê wî. M.N.V., anî ziman ku bavê wî cîranê derî ye û piştî serdegirtinê dîtiye, xwest bikeve malê, lê polîsan çeka xwe dirêjî wî kiriye û gotiye, ‘Bisekine, ez ê bikujim.’ Bavê min 5 sal di girtîgehê de ye, ew jî dizanin ku bavê min niha di girtîgehê de ye, ev tiştekî pir ehmeqî ye, eger dewlet nizanibe ku bavê min ji girtîgehê reviyaye, xeletiyek di vê yekê de heye, mal serûbin kirine xwarê. Wekî ku wê pevçûn çêbe hatin. "