Girtîgeha Turkoglu: Êşkenceya tazîkirin û sehkirinê
Hate diyarkirin li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L'yê ya Turkogluyê girtiyan tazî dikin û wiha ser wan seh dikin. Li girtîgehê nahêlin ku tedawiya girtiyan were kirin.
Hate diyarkirin li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L'yê ya Turkogluyê girtiyan tazî dikin û wiha ser wan seh dikin. Li girtîgehê nahêlin ku tedawiya girtiyan were kirin.
Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Mersînê, bi girtiyên Girtîgeha Tîpa L a Turkoglûyê ya Meraşê re hevdîtin kir û derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê de raporek amade kir.
Di raporê de hate destnîşankirin ku bi Veysî Altan, Cevzet Derse û Yûnûs Akin re hevdîtin hatiye kirin û binpêkirinên mafan ên li dijî wan hatin ragihandin. Di raporê de tê diyarkirin ku li girtîgehê girtiyan tazî dikin û wiha ser wan seh dikin,mafê tedawiyê tê astengkirin û gardiyan gef li girtiyan dixwin