Girtîgeha Kiriklarê: Betaniyan nadin, êşkenceyê dikin
Li Girtîgeha Kiriklar a Izmîr Bucayê betanî, kinc û lêzimiyên taybet ê girtî Aydin Akiş nadinê.
Li Girtîgeha Kiriklar a Izmîr Bucayê betanî, kinc û lêzimiyên taybet ê girtî Aydin Akiş nadinê.
Girtî Aydin Akiş beriya bi mehekê ji Girtîgeha Tîpa F'yê ya Boluyê sirgûnî Girtîgeha bi Ewlehiya Jidiyayî ya Tîpa F'yê ya Nimro 2 a Kiriklar Izmîr Bucayê. Diyar bû ku betanî, kinc û lêzimiyên hewcey ên Akiş nedanê.
Endama EGE-TUHAYDER'ê Leyla Kaygisiz 6'ê Kanûnê bi Akiş re hev dît. Akiş di hevdîtinê de ji Kaygisiz re got rêveberiya girtîgehê betanî, kinc û lêzimiyên wî yên hewce nadiyê. Akiş her wiha got li bara wî miemeleyeke kêfî heye.
Akiş ji Kaygisiz re got, ''Ev mehek e betaniyê nadin min. Dema ku sedema wê diprisim her carê dibêjin, ew ê bidin lê nedane. Di sermayê de radikevim. Heftiya bihurî rêveberiya girtîgehê bi rengekî êfî bi ser koxuşam e de girt û semawera me bir. Naxwazin ku em çayê jî vexwin. Li Kiriklarê êşkence û tehdeya li ser girtiyan pir zêde ye. Kamera li hemû koxuşan danîne, ev jî zexta psîkolojîk li ser me dike. Ji bo ku girtiyên siyasî hev nebînin saetên revîrê guherandin. Ji bo ku dawî li van zextan were bang li raya giştî dikim ku bihistyar be.''