Girtî ji aliyê aborî ve jî têne cezakirin
Fatûreya elektrîkê ya girtîgehan weke cihekî ticaretxaneyê tê birîn û ev yek jî dibe sedema fatûreyên bilind. Girtî ji aliyê aborî ve jî têne cezakirin.
Fatûreya elektrîkê ya girtîgehan weke cihekî ticaretxaneyê tê birîn û ev yek jî dibe sedema fatûreyên bilind. Girtî ji aliyê aborî ve jî têne cezakirin.
Rojnamevan Huseyîn Aykol di gotara xwe ya li rojnameya Yenî Yaşamê de bal kişand ser pirsgirêkeke din a li girtîgehan.
Aykol bersiv da pirsên ANF'ê û diyar kir ku yek ji sedemên bandora krîza aboriyê ya li girtîgehan ew e ku gelek girtî sirgûnî bajarên dûrî malbata xwe hatin kirin û got, "Malbat ji bo hevdîtinê neçar in ku biçin cihekî dûr. Ev yek jî ji bo malbatê dibe barekî giran ê aboriyê. Malbat ji ber vê yekê tenê bi çend kesan dikare biçe serdanê."
NEÇARÎ KANTÎNÊ DIHÊLIN
Rojnamevan nivîskar Huseyîn Aykol işaret bi buhayê li kantînê jî kir ku hîmekî din ê pirsgirêkên aboriyê ye. Aykol ragihand ku krîza aborî ya li derve gelekî bandorê li girtîgehan dike û wiha dewam kir, "Hîmê duyemîn ê pirsgirêkên aboriyê jî kantîn e. Li gorî qanûnê mecbûrî ye ku rojê bi sê dahnan û rojê nanek ji her girtî re bê dayin. Lê belê hem ev xwarin kêm e hem jî girtî dixwaze çay-qehweyê vexwe, fêkî-mast bixwe. Ji bo nameyan jî pênûs, kaxiz pêwîst e. Ji vê jî wêdetir ji ber ku malbat nikare bê neçar dimîne ku pêwîstiyên xwe yên bi gore, kincên hundirîn û gomlek divê ji kantînê peyda bike. Bi vî rengî kirîna ji kantînê li girtiyan ferz dike. Madeyên li kantînên girtîgehan têne firotin jî her tim ji yên li derve bihatirin."
MÎNA TICARETXANEYÊ FATÛRE LÊ TÊ BIRÎN
Aykol ragihand ku dema dawî bi zêdebûna buhayê elektrîk û gazê re vê yekê bandor li girtîgehan jî kir û got, "Berê tupê pîknîkê ku berê destûr jê re dihate dayin, niha bi 'hinceta ewlekariyê' destûr nayê dayin. Ji bo çay û kelandina avê dikarin elektrîkê bi kar bînin, lê belê divê girtî pereyê wê bide. Bi rastî jî girtî neçar têne hiştin ku pereyê elektrîka otomat û semawerên li odeyên lê dimînin bidin. Ev pere berê bal nedikişand. Lê belê dema dawî bi zemê li elektrîkê re gelekî zêde bû. Ji vê jî wêdetir, em nû hîn bûn ku elektrîka ku ji bo çayê bi kar tînin, mîna ticaretxaneyê fatûre lê tê birîn."
Berdevkê Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ) Hidir Sabûr ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku girtîgeh ne weke cihekî lê belê weke ticaretxaneyê tê nîşandan û bersiv ji serlêdana wan a li cihên pêwendîdar nehatiye dayin.
Sabûr anî ziman ku gelek malbat ji ber buhayê zêde mexdûr bûne û destnîşan kir ku zêdebûna buhaya li girtîgehan rêbazeke cuda ya cezakirinê ye.