Girtî: Em ê hejmara xwe ya çalakgeran bikin 10 hezar kes

Girtî: Em ê hejmara xwe ya çalakgeran bikin 10 hezar kes

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên di girtîgehên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê de daxuyaniyeke nivîskî da û hukûmeta AKP’yê ya ku peyama destwerdana greva birçîbûnê da, hişyar kir. Kaya got; “Em dê li hemberî destwerdaneke biçûk jî qiyametê rabikin”. Kaya ku diyar kir “heta daxwazên me neyên pêkanîn, em dawî li çalakiya xwe naynin”, da zanîn ku ew dê çalakiya xwe berfirehtir bikin û got; “Em ê ev greva birçîbûnê ya ji aliyê nêzî 700 hevalên me ve tê domandin, em ê hejmara xwe bikin deh hezar kes.”

Deniz Kaya li ser navê girtiyên ku 50 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger de ne, daxuyaniyeke nivîskî da. Kaya careke din daxwazên girtiyan dubare kir û got: “Ev 50 roj in, di girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê de hevalên me bi biryardarî, bawerî û coşeke mezin bedena xwe danîne ber mirinê”.

Kaya got; “Daxwazên me pir zelal in; sererastkirina şert û mercên tenduristî, ewlehî û tevgera azad a Rêbertiya me, bidawîkirina hemû pêkanînên înkarker û nijadperest ên li ser zimanê me yê zikmakî, divê di serî de li dadgehan, hemû astengiyên li pêşiya perwerde û hîndekariya Kurdî bêne rakirin.”

MUXATABÊ DAXWAZAN HUKÛMETA AKP’Ê YE

Kaya da zanîn ku muxatabê daxwazên hukûmeta AKP’ê û Wezareta Dadê ye û ev bersiv da bangên ji bo bidawîkirina greva birçîbûnê:

“Heta ev daxwazên me neyên qebûlkirin hemû daxuyaniyên ji bo bidawîkirina çalakiya me pûç û bê wate ne. Hukûemta AKP’ê û Wezareta Dadê li şûna ku daxwazên me biaxive û qebûl bike, lê serî li rêbazên xapandina raya giştî, agahiyên derew û çewt dide.”

Kaya destnîşan kir ku di serî de Erdogan û “soyteriyên wî” ev bi rojan e heqaret girtiyên bedena xwe dane ber mirin û gelê Kurd dikin û got; “Bila ev baş bizanin tu derew, manîpulasyon, tu sextekarî û tu hewldanên xapandinê nikarin rastiya berxwedana me biguherînin.”

Kaya got; “Rastî ev e: li hemû girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê zêdetirê 700 hevalê me, 50 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger de ne û hevalên me bi biryardarî, bawerî û coşeke mezin bedena xwe danîne ber mirinê. Çalakiya me didome û dê bidome.”

Kaya li ser navê girtiyan Erdogan û “soyteriyên” wî hişyar kir û got; “Gotinek me ji bo kesên ku noker û xiyanetkarên ku dibêjin em Kurd in û kanal bi kanalên televîzyonan digerin û dosyayên lêpirsînê yên der barê heval û rêbertiya me de amade dikin heye:

An dawî li vê xiyaneta xwe bînin, an jî bicehinim herin xwe biavêjin bextê efendiyên we yên ku şorbeyê didin we. Em bi aşkereyî dibêjin: Hûn dê di nava tifa gelê Kurdistanê de bixeniqin.”

DIVÊ GELÊ KURD HEQARETÊ QEBÛL NEKE

Di daxuyaniyê de ev peyam hate dayîn: “ Li ser Rêbertiya me ev 13 sale îşkenceyeke hovane tê kirin. Sertokiya me di zext û polîtîkayeke tecrîdê ya ku dîrokê de nehatiye dîtin ber bi mirinê ve dibin. Ewladên gelê me yên bi rûmet her roj her saet tên kuştin. Bi hezaran welatiyên, welatparêz û xebatkarên me di zindanan de ne.

Çiya û baniyên welatên me tên bombebarankirin. Dewleta AKP’ê ya faşîst û nîjadperet ku hêza wê têrî gerîlayanê me nake, berê xwe dide ciwan, jin, kal û pîran û bê daraz qetil dike. Belê Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol, Aydin Erdem, Solîn û bi dehan bi sedan..

Heqaretê li zimanê ku ruh, can dide mirovan, mirovan dike mirov, nasname û kesayetê bi mirovan dide qezenckirin, dikin. Tune dihesîbinînin, qerfên xwe pê dikin.

Hemû kesên ku dibêjin ez mirovim, kesên dixwazin bi rumet bijîn, kêsên dixwazin li welatê xwe azad bijîn divê li dijî bê bê deng nemîn û bê deng namîne. Li dijî van pêkanînên îknar û nîjadperet, zext û zordariyan bê deng mayîn ne tenê erêkirina vê ye di heman demê de hevkarê vê ye û ji mirovahiyê derketine.”

EM JI MIRINÊ RE TILÎLÎ DIKIN

Bila hemû kes bizane û bibîhîze; em ji bilî vê tu tiştekî ku tê ferzkirin qebûl nakin û dê qebûl nekin. Ger ku bedela azadiyê mirin be em ji mirinê re tilîlî dikin û mirin ji ku bê bila bê em dibêjin tu bi xêr hatî.”

Denîz Kaya bang li parêzvanên mafê mirovan, yekineyên tabîban, baroyan û hemû aliyê bi hestiyar kir û wiha got: “ Hikûmeta AKP’ê li hemberî hevalên me yên ku di grevê de biryara êrîşê girtiye. Divê hemû gelê me, aliyên bi hestiyar, dostên gelê me, û parêzvanên mafê mirovan, çapemnî û yekineyên tabîban li ber girtîgehê bên cem hev û xwedî li hevalên me yên ku li ber mirinê ne derkevin.”

JI BO HIKÛMETA AKP’Ê HIŞYARÎ

Di daxuyaniyê de ji bo hikûmeta AKP’ê û serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan jî hişyarî hate kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê daxwazên me demildest bên dîtin. Divê tecrîda li ser serokatiya me bê rakirin û heqereta li ser zimanê me bi dawî be. Em careke din dibêjin; çalakiya me di roja 50’emîn de ye. hevalên me di sînorê mirinê de ne. Ji geşedaneke biçûk ya neyînî Erdogan û hikûmeta AKP’ê berpirsyare. Çalakiyên grevê dê zêdetir belav bin û mudaxaleyeke bçûk jî nayê qebûlkirin.”

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Ger ku mudaxaleyeke biçûk jî li dijî hevalên me pêk were em dê kiyametê rabikin. Niha 700 hevalên me çalakiya xwe didomînin. Em dê hejmara xwe ya çalakgeran bikin deh hezar kes. Di serî de malbatên me, hemû gel û dostên gelê me divê b ime re têkevin nava piştevaniyê divê dengê xwe li dengê me zêde bikin. silav û rêz. Dê gelên me qezenc bikin, dê azadî qezenc bike, komploger û zalim jî dê wenda bikin.”