Parêzer Denîz Taşdemîr bi girtiyên ku 52 roj in di greva birçîbûnê de ne re hevdîtinek pêk anî û got; “Girtî gotinên Tayyip Erdogan weke nîşaneya destwerdanê dibînin û di nava xwe de vê yekê dinirxînin. Lê dest ji çalakiya xwe ber nadin.”
Greva birçîbûnê ya girtiyê Kurd a ji 12’yê îlonê ve berdewam dike, ket roja 52’yemîn. Her çendî rewşa tenduristiyê gihiştiyek astek krîtîk, lê girtî bi biryar in.
Me rewşa çalakgerên di Girtîgeha Kandirayê de ji parêzer Denîz Taşdemîr pirsî. Prz. Taşdemîr herî dawî bi girtiyên bi navê Yasîn Yilmaz, Suphî Yalçinkaya û Şeyhmûs Oncel re hevdîtin pêk anîn. Ev her sê kes jî çalakgerên destpêkê yên greva birçîbûnê ne. Ango ev 52 roj in tenê şekir û avê digirin.
PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ
Prz. Taşdemîr agahî da ANF’ê û bal kişand ser pirsgirêkên tendurîstî yên girtiyan: "Ger em beriya her tiştê behsa pirsgirêkên hevpar ên tenduristiyê ya ku di hemû girtiyan de heye bikin; bêrêkûpêkiya nabiz û tansiyonê ye. Bi taybet serê sibeyan xwîn ji devê wan tê, kîlo wenda dikin, çavên wan tarî dibin, serê wan dizivire, mîdeya wan li hev dikeve, janeserek (serêş) zêde wana digire, direcifin. Di dil de êş û jan nû çêdibin. Heta hinek ji wan weke ku derzî li dilên wan bixin, diêşe."
BIJÎŞK NE CIDÎ NE
Prz. Taşdemîr diyar kir ku wan ji girtiyan bi Ersîn Yolu re hevdîtin pêk anîne û ji bijîşk re gotiye ku janek wisa ketiye dilê wî weke ku yek derzî lê bixe, bijîşk jî jêre gotiye “cigare nekişîne”. Taşdemîr got; “Ev 40 roj in di greva birçîbûnê de ne, bersiveke wiha didin wî. Ev yek jî bû sedem ku ew bibêje ku bijîşk tinazên xwe bi wan dikin. Ji ber vê jî girtiyê navborî, bireyar da ku kontrola piştî wê de neaxive. "
'ŞIRÛB, DERZÎ Û SERÛM RED DIKIN'
Prz. Taşdemîr diyar kir ku ew ji personelên tenduristiyê hîn bûn ku girtî şirûb, serûm û derziyan qebûl nakin û got; “Girtî dibêjin ku ev yek tê wateya destwerdana bijîşkî û ev yek jî ji bo şkandina çalakiyê tê kirin. Heta roja ku em çûn hevdîtinê jî yekîneyên tendurîstiyê bi kîsên tije derman ve hatibûn kontrolê. ''
'DIBÊJIN DEWLETA AMADEKARIYA DESTWERDANÊ DIKIN, DIBÊJIN EW Ê LI BER XWE BIDIN'
Girtî daxuyaniyê Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ên der barê greva birçîbûnê de bi baldarî dinirxînin. Prz. Denîz Taşdemîr şîroveyên girtiyan ên li hemberî van daxuyaniyan wiha ragihand: “Min li Kandirayê bi girtiyan re hevdîtin pêk anî. Girtî daxuyaniyên Tayyip Erdogan weke nîşaneya destwerdanê dibînin û vê yekê di nava xwe de dinirxînin. Lê her Erdogan çi bêje jî, nikare bandorê li biryara girityan bike. Dibitiya destwerdana li hemberî çalakiya xwe dinirxînin û dibêjin ku ger destwerdanek çêbibe, ew dê li ber xwe bidin. Dibêjin ku dewlet li bendê ye ku rewşa girtiyan tam xirab bibe, da ku bikare dest lê werde. Dîsa dibêjin ku dewlet ji xwe re dibêje ku ger rewşa wan xirab bibe, nikarin li hemberî destwerdana dewletê li ber xwe bidin. Lê encama nirxandina wan ev e: em dê li hemberî destwerdanê li ber xwe bidin û dê heta daxwazên wan neyên qebûlkirin bi domînin. Heta mudaxeleya bijîşkî jî qebûl nakin. "