Girêva birçîbûnê ya Tarsûsê berfireh dibe

Girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku girtiyên jin li Girtîgeha Tarsûsê dane destpêkirin kete roja 30’î. Jin heta ku daxwazên wan pêk werin biryardar in ku çalakiya xwe bidomînin.

Li Girtîgeha Dorgirtî ya Jinan a bi Tîpa T’yê ya Tarsûsê li dijî êşkenceyê û tehdeyê girtiyên jin 15’ê Tebaxê dest bi girêva birçîbûnê kiribûn. Ev 30 roj in ku girêv didome. 16 girtiyên din li çalakgeran zêde bûn û bi vî rengî hejmara çalakgeran ku bi 13 kesan dest pê kir, gihîşt 29 kesî. Girtiyên jin bi daxwaza ku şertên girtîgehan werin başkirin û mafê wan ê zagonî werin dayin dest bi girêva birçîbûnê kirin, bi berxwedêran re problemên tendirûstiyê jî xwe dane der.

Parêzerên endamên ÎHD’ê yên Mersînê ku li girtîgehê bi girtiyan re hev dîtin, gotin ji niha de probleman dest pê kirin. Hin girtî serê wan gêj dibe, hinan li xwe şikandine, hin jê ber çavê wan tarî dibe. Parêzeran li ser daxwaza girtiyan jî wiha gotin: ‘’başkirina şertên Îmraliyê û giştî yên girtîgehan, ji bo ku  girtî rasterast bi rêveberiya girtîgehê re têkiliyê deyne divê nûnerên ku wan di nav xwe de diyar kirine werin naskirin, divê tazîkirina girtiyan rabe di dema kontrolkirinê de, divê hevdîtina navxweyî, postaya navxweyî û çalakiyên sosyal werin zêdekirin, divê sepanîna nimroya kod a ku bi nimroya T.C’ê tê diyarkirin, a li ser zixmên malbatê ku têne hevdîtina girtî were rakirin.

Parêzeran gotin girtiyan diyar kirine heta ku daxwazên wan pêk bên ew ê çalakiya xwe bidomînin û xwestin ku rayagiştî jî bihîstyar be.

‘DIVÊ DAXWAZ WERIN QEBÛLKIRIN’

Parêzer Tugay Bek, Serokê Komîsyona Çavdêr a Girtîgehan ê Baroya Edeneyê got: ‘’Daxwazên girtiyan li gorî naveroka yasayî û çarçoweya hiqûqî dikarin werin pêkanîn. Divê mafê jiyanê di ser her tişta pîroz re be. Heke mirov bifikire ku di encama vê girêvê de mirin û nexweşiyên mayinde jî çêbibin divê Rêveberiya Girtîgehê û Wezareta Dadmendiyê di nêz de li girtîyan guhdar bikin û qebûl bikin daxwazên wan dikarin werin qebûlkirin û dawî li girêvê were.’’

BINPÊKIRINÊN SÎSTEMATÎK

Bek diyar kir pêvajoya girêva birçîbûnê di qonaxeke wiha krîtîk de ye ku fikaran çêdike û divê Wezareta Dadmendiyê ji vê re bêdeng nemîne, her wiha divê raya giştî jî bêdeng nemîne. Bek diyar kir girtiyên ku di girêvê de jî tehde li wan dibe û got, ‘’Girtiyên jin ên di girêvê de ji rêveberiya girtîgehê mast xwestine. Rêveberiyê jî bi zanebûn gotiye mast tine û mast nedane girtiyan. Ji bo ku nexweşiyeke mayinde bi berxwedêran re çênebe divê divê Rêveberiya Girtîgehê şertên ku girtî bikaribin tiştên avî vexwin pêk bîne. Li gor rêveberî bi qest wiha dike. Mast didine girtî û cezaxwariyan e lê nadin ên ku ketine girêvê.’’