Giliyê kongreya HDP'ê ya Stenbolê hate kirin
Midûriyeta Emniyetê ya Tirk derbarê kongreya rêxistina bajêr a HDP’ê ya Stenbolê ya di 12’ê Kanûnê de gilî kir.
Midûriyeta Emniyetê ya Tirk derbarê kongreya rêxistina bajêr a HDP’ê ya Stenbolê ya di 12’ê Kanûnê de gilî kir.
Bi hezaran kes tevlî kongreya roja Yekşemê bûbûn. Midûriyeta Giştî ya Emniyetê derbarê Kongreya Asayî ya 4’emîn a Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê li Serdozgeriya Komarê gilî kir.
Hinceta gilî jî wekî sloganên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sirûdên ‘rêxistinî’ hate nîşandan.