Gezî ji bo Walî Mûtlû sibê, ji bo berxwedêran îro vedibe

Gezî ji bo Walî Mûtlû sibê, ji bo berxwedêran îro vedibe

Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mûtlû da xuyakirin ku Parka Gezî wê sibê ji nû ve vebe. Platforma Piştgiriya bi Taksîmê re jî got, "Emê Parkê li xwediyên wê yên rast vekin" û bi hezaran kesên bersivê bidin vê bangê wê îro saet di 19.00'an de li Parka Gezî werin cem hev.

Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mûtlû ji ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku ewê Parka Gezî sibê vekin. Balkêş e ku ev daxuyaniya Walî, piştî banga Platforma Piştgiriya bi Taksîmê hat, ku platformê ragihandibû ewê bi armanca şermezarkirina dijwberiya polîsan û ji bo bîranîna berxwedêrên jiyana xwe ji dest dane, îro êvarê Parka Gezî vekin.

Platforma Piştgiriya bi Taksîmê re di daxuyaniya xwe de got, "Ji bo biryara betalkirina planên betonkirin, bêmirov û bênasnamekirina Parka Gezî û Qada Taksîmê bi destê xwe ji rayedaran re pêşkêş bikin û ji bo parkê li xwediyên wê yên rastî vekin, emê îro saet di 19.00'an de biçin Parkê."