Gergerlîoglû: Faşîzm tê sorkirin

Parlementer Omer Faruk Gergerlîoglû anî ziman ku atmosfera faşîst a li Tirkiyeyê roj bi roj zêde dibe û diyar kir ku divê bersiv ji fikar û gumanên li ser bikaranîna çekên kîmyewî bê dayin, lê belê pêşî li lêpirsînên mijarê têne girtin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû, operasyonên qirkirina siyasî yên bi hatina qanûna sansûrê re zêde dibin nirxand.

Gergerlîoglû ji ANF'ê re axivî û girtina Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncancî weke şovek siyasî nirxand. Gergerlîoglû got, “Li ser daxuyaniyênmamoste Şebnem bahoz derket. Beriya ku mamoste Şebnem biçe dozgeriyê û îfade bide, înfaza medyayî, şova polîsan û serdegirtina malê pêk hat. Ji serî heta dawiyê nêrîna ku di çerçoveya azadiya raman de hatiye vegotin, bi şovên siyasî hewl hat dayîn pêşî lê bê girtin. Hewl hat dayîn mirov bên bêdengkirin.”

PÊŞÎ LI AZADIYA RAMAN HATE GIRTIN

Gergerlîoglû bal kişand ser operasyona li dijî nûçegihanên ajansa Mezopotamya (MA) û Jinnewsê hatiye kirin û wiha got: “Em kêm û zêde fêm dikin ku qanûna sansîrê ji bo van tiştan hatiye derxistin. Rojnamevan jî hatin girtin, rojnameger û kesên ku girtina mamoste Şebnem şermezar kirin jî hatin destgîrkirin. Mixabin li welat hewaya faşîst roj bi roj zêde dibe. Pêşî li azadiya raman hatiye girtin. Mamoste Şebnem weke bijîşka edlî nêrîna xwe anî ziman. Pêwîst e bûyera bikaranîna çekên kîmyewî were lêkolînkirin û ronîkirin. Hewl tê dayîn pêşî li mijara lêkolînê jî bê girtin. Divê li herêmê destûra lêkolînê bê dayîn."

KEŞTIYÊN DESTHILATDARIYÊ ŞEWITÎN

Gergerlîoglû destnîşan kir ku polîtîkayên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê wê piştî hilbijartinê bibe sedema felaketên mezin û wiha got: "Pêşbîniya me ev e; niha di çarçoveya aboriya hilbijartinê de û li ser pirsgirêka Kurd zexteke pir dijwar heye. Xuya ye ku ew ê ji aliyekê ve di warê aborî de dilê gel bi dest bixin û ji aliyê din ve jî bi polîtîkayên neçareseriyê, pûç û ajîtasyonê ve bikevin nava polîtîkayên fîlî yên li ser pirsgirêka Kurd. Hikûmeta ku di warê aborî de hilweşiyaye, di nava hewldanan de ye ku piştî hilbijartinê dê bibe sedema pirsgirêkên mezin. Keştiyên desthilatdariyê şewitîn. Ji vir û pê ve qet ne xema wî ye, tenê armanca wan di hilbijartinê de serketine. Ew li ser rê ye ku taktîkên hilbijartinê ku dê bibe sedema felaketeke aborî pêk bîne."
Gergerlîoglû, bal kişand ser hevdîtinên butçeyê yên ku didomin jî û diyar kir ku ji butçeyên sereke ji bo çek tên veqetandin û wiha dewam kir, “Li welêt her roj ciwanên me, çi Tirk bin, çi Kurd bin, dimirin. Derdorek pevçûnên bêdawî, êş, xwîn, mirin û hêsir bi lez berdewam dike. Bêguman li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd nafikirin.”