Gelê Meksîkayê têkoşîna Kurdan a li dijî dagirkeriyê silav kir

Li Meksîkoyê di çalakiya 1'ê Gulanê de têkoşîna gelê Kurd a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hate silavkirin.

Li paytexta Meksîka Meksîko Cîty, ji bo 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran meş hate lidarxistin.

Di meşê de pankarta bi nivîsa "Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, em ji Meksîkayê piştgiriyê didin gelê Kurd" hate hildan.

Piştî meşê jî bi beşdariya delegeyên ji gelek welatan Forûma Civakî ya Cîhanê destpê kir.

Forûm bi merasîm û dansên gelên xwecihî yên Bolîvîa û Meksîkayê, her wiha bi axaftinên bi pir zimanan û stranan destpêkirin.

Forûm wê hefteyekê li navenda dîrokî ya Meksîkoyê dewam bike. Leo Gabriel, antropolog û rojnamevan ji Awûstûrya û endamê koma rêveberiya Forûma Civakî ya Cîhanê ji rojnamevanan got, armanca wan a sereke ew e ku vê forûmê veguherînin yekîtiyeke çalak. Qisekeran gotin, "Êdî dema axaftinê xelas bû, dem dema çalakiyê ye." 

Di nava bernameya forûmê de nîqaşên li ser têkoşîna dijî emperyalizm, kapîtalizm, desthilatdariya dewletê, baviksalarî û nijadperestiyê û ji bo parastina jiyan, demokrasî, xweserî û xwerevebirina gelan hene.

Mijarên cur bi cur wekî çand û huner ji bo jiyanê, komuniksayon û serweriya dijîtal, aşitî û stratejiyên dijî şer, şiddet û koçberî wê werin nîqaş kirin.

Delegeyên ji Kurdish Network û Akademiya Moderniteya Demokratîk wê bi tecrubeyên şoreş û avakirina xweseriya demokratîk li Kurdistanê û perspektîfa konfederalizma demokratîk a cîhanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî nîqaşan bibin.