Gel diherike Mehserê gundê li êrîşa leşkeran rast hat

Gel diherike Mehserê gundê li êrîşa leşkeran rast hat

Nobeda berxwedanê ya li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê bênavber dewam dike. Gel diherike gundê Mehserê ku duh bi şev leşkeran bi bombeyên gazê êrîş kirin. Girseya gel a di nobeda berxwedanê de biryardar e destnîşan dike ku ew ê sînor neterikînin.

Girseya gel a meheke li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê nobeda berxwedanê digire, tevî êrîşên leşkeran jî cihên xwe yên nobedê naterikînin. Leşkerên Tirk duh bi şev bi bombeyên gazê êrîşî berxwedêrên li gundê Mehserê kirin, lê gel cihê xwe neterikand.

Piştî êrîşa leşkeran ku endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Semra Demîr bi giranî birîndar bû, girseya gel îro danê sibê herikî nava gund. Bi sedan kesên ji Wan û Êlihê hatin Pirsûsê, bi dirûşmên "Kobanê wê ji DAIŞ'ê re bibe goristan", "Kujer DAIŞ, hevkar AKP" û "Bijî Berxwedana YPG/YPJ'ê" hatin Gundê Mehserê. Welatiyên ku tevî êrîşa dijwar a leşkeran cihê nobedê neterikandin, bi dirûşme û tilîliyan nobedarên nû pêşwazî kirin.

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Muzbet Tekîn a duh êvarê rastî êrîşa leşkeran hat destnîşan kir ku heta Kobanê azad bibe û ji çeteyan bi temamî bê paqijkirin, ew ê nobeda xwe ya berxwedanê dewam bikin.