Fîncanci: Ez ê li ser şopa heqîqetê bim

Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci diyar kir ew ê li ser şopa heqîqetê be.

Ji ber ku li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk daxuyaniyên zanistî dabû, Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk Şebnem Korûr Fîncanci hatibû girtin. Fîncanci ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê peyamek şand.

Peyama Fîncanci wisa ye:

“Min amadekariya agahdariyeke bi kitekit dikir lê beriya ku ez biqedînim hatim girtin. Ji bo ku ez vê xebata zanistî biqedînim min ji hempîşeyên xwe klavûzên Neteweyên Yekbûyî û çavkaniyên zanistî xwest. Dema ku ev tişt gihiştin ber destê min ez ê bi we re par ve bikim. Ez hêvîdar im ev algorîtmaya ku di siberojê de jî rêya heqîqetê ronî bike, wê tevkariyê li xebatên me jî bike.”