Fîncanci: Ev girtin rûmetek bû, têkoşîn wê bidome

Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci li ber Girtîgeha Bakirkoyê pirsên rojnamevanan bersivand, got: “Ez difikirim ku girtina me ya di vê pêvajoyê de rûmetek e. Me ev rûmet girt û me pejirand. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ku di 20'ê Hezîranê de hat girtin, piştî biryara tehliye hat dayîn ji girtîgehê serbest hat berdan. 

Seroka TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci û Nûnerê Rojnamgerên Sînornenas ê Tirkiyeyê Erol Onderoglû yên ji ber piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê hatibûn girtin, hatin berdan. Ji bo Korur Fîncanci û Onderoglu yên ku bi nivîskar Ahmet Nesîn re di 20'ê hezîranê de hatin girtin parêzeran ji bo Fîncanci û Onderoglu serî li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ji bo Nesîn jî serî li 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê serlêdan kirin. Dadgehê îtiraza ji bo Fîncarci û Onderoglu nirxand der barê wan de biryara tehliyeyê da. Piştî biryar hat dayîn, biryar ji rêveberiya girtîgehê re hat şandin. Prof. Dr. Fîncanci ji Girtîgeha Bakirkoyê ya Stenbolê serbest hat berdan. Fîncanci ji aliyê rojnameger û hevalên xwe ve hat pêşwazîkirin.

Fîncanci got, di pêvajoyek wisa de girtin, ji bo wan rûmetek e û wiha axivî: ““Ez difikirim ku girtina me ya di vê pêvajoyê de rûmetek e. Me ev rûmet girt û me pejirand. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Eger pêwîst bibe em ê bêdudilî dîsa derbasî nav van çar dîwaran bibin.”

Têkîldarî şert û mercên tecrîdê jî Fîncanci destnîşan kir ku ti têkîliya xwe bi cezakirinê nîne, êşkence ye û ev anîn ser ziman: “Mirov dema demek dirêj tê de bimîne ji aliyê tenduristiya zihnî û fîzîkî de rê li ber pirsgirêkên cîdî vedike.  Şertên tecrîdê êşkence ye. Ev bi ti awayî têkîliya xwe bi cezakirinê nîne, êşkence ye. Ji ber min yekser jî dît, ez kêfxweş im. Ji ber dema me li derve digot mirovan bawer nedikir, niha ez ê bi çavdêriyên xwe yên şertên girtîgehan, şertê tecrîdê û mêtingeriya kedê ya li girtîgehan ragihînim. Li van girtîgehan jinên ku bi 100 TL’yî dixebitin jî hene.”

Fîncaci ji bo girtina xwe nirxandina “trajîkomik” kir, wiha ragihand: “Wek hûn jî dizanin girtina me rewşeke trajîkomîk e. Jixwe 79 mîlyon mirovên Tirkiyeyê girtî ne. Tenê dîwar xistine nav me. Ez bawer im dadgeha din jî wê der barê Ahmet Nesîn de biryareke rast bide. Rakirina van girtinan têkoşînê bi dawî nake, divê hê bilindtir bike. Divê dadgeh bibin qadên têkoşînê.”

Têkîldarî feraseta desthilatdariya AKP’ê jî Fîncanci diyar kir ku bi rastî jî difikirin ku bi van hewldanan wê bitepisînin, azadiya nobedê bi dawî bikin, azadiya çapameniyê rawestînin û wiha pê de çû: “Lê, roja din Can Dundar nobed girt. Niha ez bawer dikim ku di vî milî de hinekî di fêmkirinê de zehmetiyan dikşînin. Em ê wan fêr bikim. Em ê her tim azadiya çapameniyê biparêzin. Pêwîst e em mafê xwe yê agahîgirtinê biparêzin.”

Fîncaci herî dawî got wê demokrasî bi ser keve.

 

...