Girtiyê nexweş Alî Gulmez di faksa ku ji wasiya xwe Sevîm Kalman re şand de, da zanîn ku wenêyê ku bi şort bi gardiyan daye kişandin, midûrê girtîgehê nehiştiye bidin wî û hatiye jêbirin.
Gulmez, bi faksa şand ji wasiya xwe re destnîşan kir ku xwestiye li hewadariya hucreya xwe wêneyê bi şort bikişîne lê gardiyan kêşan kiriye, bertek nîşan daye û bi domdarî wiha gotiye: ‘’Gava kişandina wêne, wênegir qesta ku ez bi şort im kir û pirsî ku ez ê tiştekî li xwe bikim ya na. Min jê re got: ‘Tu zabiteyê exlaqî?’ Wechê xwe xera kir û got ku ew ê wêneyan bibe ’Deste’yê. Min jî got: ‘Dibî kû bibe, lê boneya fermî jî bîne, bide’.”
Gulmez, diyar kir ku wêneyê wî ji aliyê midûr girtîgehê yê 1’emîn ve hatiye astengkirin û naxwazin bidin. Lewma Gulmez, biryara nedayîna wêne bi nivîskî xwestiye. Jê re gotine: ‘’Tu yê ji midûrê girtîgehê yê 1’emîn re bibêjî.’’ Gulmez bi lêv kir ku wêne nedane wî û bihîstiye ku wêne hatiye jêbirin û gotiye ku jê bi guman e ku dibe rêveberiya girtîgehê û gardiyan endamên terîqetê bin.